Konferansa Bogotayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kir

Konferansa 'Rabûna li ber kapîtalîzmê" ku li paytexta Kolombiya Bogotayê hate lidarxistin, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên li tevahiya cîhanê bang kir.

Konferans li Zanîngeha Dîstrîta ya Bogotayê bi sernavê "Heta avakirina civaka demokratîk, rabûna li ber kapîtalîzmê" di 28'ê Tîrmehê de destpê kir û sê rojan dewam kir.

Di çarçoveya paradîgmaya "Neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîqaş hatin kirin.

Nûnerên gel û organîzasyonên cuda sê rojan tecrûbeyên xwe parve kirin û pêwîstiya têkoşîna hevpar a ji bo cîhaneke nû destnîşan kirin.

Ji 15 welatan 50 organîzasyon tevlî konferansê bûn û di dawiyê de jî bangeke hevpar hate kirin.

Di banga hevpar de hate bibîrxistin ku nêzî 300 kesên ji rêxistinên gelan û tevgerên cuda yên civakî yên ji çar aliyên cîhanê di konferansa navneteweyî de ya bi sernavê 'Rabûna li ber kapîtalîzmê û ber bi avakirina civakeke demokratîk' li hev kom bûn.

Di metna hevpar de hate ragihandin ku bi saya yekîtî û piştevaniya gelan wê kapîtalîzm, nijadperestî, baviksalarî û mêtingeriyê teqez têk bibin û hate gotin, "Di nava vî fikrê hevpar de ji bo dewamkirina pêşniyarên xwe yên xweseriyê û xwerêveberiyên herêmî, ji bo rizgariya ji mejiyê mêtinger û serdest, ji bo nûkirina fikir û rêxistiniya şoreşger em deng û destê xwe dikin yek."

Di daxuyaniyê de banga kombûna li hev, parvekirina tecrûbeyan hate kirin û hate gotin, "Em bang dikin ku bi rengekî kolektîf li xwe binihêrin, çîrok, dil û têkoşîna xwe bikin yek."

Her wiha ji bo avakirina civaka demokratîk û azad bang hate kirin û herî dawî hate gotin, "Di serî de ji bo azadiya Abdullah Ocalan, ji bo azadiya hemû girtiyên siyasî yên li Kurdistanê, Ablayala û tevahiya cîhanê banga têkoşînê dikin."