'Evîn di Rûyê Qirkirinê de' di Festîvala Fîlman a Dusseldorfê de hat nîşandan

Yekemîn belgefîlma ku di 1’emîn Festîvala Fîlman a Dusseldorfê de hat nîşandan "Evîn di Rûyê Qirkirinê de" ye ku Şêro Hindê derhêneriya wê kir.

FESTÎVALA FÎLMAN A DUSSELDORF

Şêro Hindê piştî Komkujiya Şengalê demeke kin diçe Şengalê. Li vir civaka Êzidî ji nêz ve nas dike. Di dema lêkolînan de fikra çêkirina belgefîlmekî li ser dengbêjên Êzidiyan derketiye holê û vê rewşê wiha rave dike: "Ji ber ku Êzidî di gelek fermanan re derbas bûne. Ev bi rêya dengbêjan di bîranînan de zindî mane."

Di belgefîlma 52 deqeyî de taybetmendiyên çanda dengbêjiyê ya di civaka Êzidî de tê vegotin. Dengbêjên ku di belgefîlmê de cih digirin ev in: "Çêlî Şêxmûs, Şêx Berekat Xelîl, Feqîr Mîrza Derwêş, Mûrad Hecî, Dayê Şemê, Cirdo û Îskan Helêqî."

Derhêner li ser taybetmendiyên hevsengiyê nêrînên kesên wekî Zuhrab Qado, Diktor Sîno û Silêman Hemo ji xwe re esas digire.

Di belgefîlmê de cih û dîroka dengbêjên Êzidiyan ên bêhempa tên eşkerekirin û temaşevanan di destpêkê de bi van gotinan amade dikin: “Stranên ku me ji dîroka Êzidiyan hiştiye, li ser evîn û komkujiyê ne."

Di belgefîlma 'Evîn di Rûyê Qirkirinê de' de tê gotin ku dengbêjî damareke civakî ye ku li hemberî fermanan li ber xwe dide û bi gotinên xwe êş, koçberî, hezkirin û berxwedana civakê hildigire. Her wiha tê gotin ku navên kesên ku komkujî kirine û ferman ji holê rakirine di rêza dengbêjan de jî tê dîtin.

Şêro Hindê kesek bû ku hezkiriyên sînemaya Kurdî li Ewropayê bi dil û can dixwestin wî bibînin. Lê nekarî beşdarî festîvalê bibe. Derhênerê ku di van salên dawî de bi berhemên xwe yên serkeftî nav û deng da, bi taybetî bi kilamên ku ji bo Şoreşa Rojava û civaka Kurdistanê nivîsî, balê dikişîne.

DI MIHRÎCANÊ DE ÎRO

1'emîn Festîvala Fîlman a Dusseldorfê wê îro saet di 14:00’an de bi panelekê dewam bike. Di panela Sînemaya Kurdî de Mano Xelîl, Ozkan Kuçuk, Sevînaz Evdike, Ersîn Çelîk û Ozgur Rayzan wê semîner bikin. Panel wê li bajarê Dusseldorfê li Buchhandlung BiBaBuZe bê lidarxistin.

Îro jî li salonên UFA Palast û Metropol Saal 1, wê heşt fîlm û belgefîlm bên pêşandan. Her wiha li sînemaya Metropol Saal 2, wê heşt kurtefîlm jî bên nîşandan. Nîşandana kurtefîlman wê saet di 16:00’an de destpê bike û bi giştî 115 deqe bidome.