Li Efrînê 2 kes hatin revandin, êşkence li kesekî hate kirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê 2 kes revandin, li Racoyê êşkence li kesekî kirin.

LI EFRÎNÊ REVANDIN Û ÊŞKENCE

Li gorî şahidan li Efrîna dagirkirî, çeteyên "Polîsên Sivîl" ên dewleta Tirk a dagirker 22’yê Nîsanê Ehmed Ebdo (42) û Mihemed Salih Hesen (35) yên ji navçeya Mabatayê û li taxa Eşrefiye ya Efrînê revandin.

Li gotî cevkaniya malbatên her du şêniyan gotinê  çeteyan kesin ku revandine birine cihekî nediyar.

Li gorî çavkaniyên xwecih li navçeya Recoyê jî piştî qezaya trafîkê ku erebeyek û motorsîkletek li hev qelibîbûn, hin koçberên ji bajarê Edra yê Şamê li herêmê bi cih bûne û çeteyên "Ceyş El Îslam" ên dewleta Tirk a dagirker li şêniyê bi navê Ehmed Reşîd Bekir ê ji gundê Atmana yê navçeya Recoyê xist û gefa kuştinê lê xwar.