Fîlîzofê Îtalî Antonîo Negrî jiyana xwe ji dest da

Fîzyolog û siyasevanê Îtalî Antonîo Negrî li paytexta Fransayê Parîsê di 90 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Agahiya wefata Negrî ji aliyê keça wî Anna Negriyê ve  li ser platforma Instagramê hate ragihandin.

Negrî ku bi hesasiya xwe ya ji bo pirsgirêka Kurd jî tê naskirin, derbarê girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ev yek anîbûn ziman: “Weke Mandelayê sedsala 20'an, Ocalan jî efsaneyê sedsala 21'an e.” Negrî di serî de ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertekên xwe nîşanî şerê qirkirinê yê dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd dabûn.

Negrî di 1'ê Tebaxa 1933'an de li bajarê Paduaya Îtalyayê ji dayik bû. Negrî di destpêka salên 1950’an de beşdarî tevgera ciwanên Roman a bi navê "Gîoventu Îtalîana di Azîone Cattolîca" dibe. Negrî di 1956’an de dibe endamekî Partiya Sosyalîst a Îtalyayê û li zanîngeha Paduayê beşa Zanistên Siyasî qedand.

Negrî heya sala 1967’an li zanîngeha Paduayê weke asîstan kar kir û heman salê profesortiya Doktrînên Dewletê dikir. Negrî di sala 1969’an de di nav damezrînerên koma siyasî ya bi navê “Hêza Karkeran” de jî cih girt. Di sala 1973'an de piştî hilweşandina koma “Hêza Karkeran” Negrî di sala 1973'an de tevlî koma siyasî ya bi navê “Rêxistina Karkerên Xweser” bû û gelek gotarên akademîk nivîsandin.

Antonîo Negri tevî gelek endamên tevgera bi navê ‘’Rêxistina Karkerên Xweser’’ di sala 1979'an de hate binçavkirin. Negrî bi endamtiya rêxistina bi navê 'Tûgayên Sor' hate sûcdarkirin û di sala 1984’an de 30 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.

Antonîo Negrî piştî ku 4 salan li  girtîgehê ma, ji lîsteya Partiya Radîkal weke parlamenter hate hilbijartin û hat berdan. Lê belê parêzbendiya Negrî ji aliyê Meclîsa Nûneran a Îtalyayê ve hate rakirin. Piştî vê biryarê Negrî berê xwe da Fransayê û li wir li gel kesên weke Alaîn Badîou ve Gîlles Deleuze xebitî û di nava gelek karên akademîk de cih girt.

Negrî di sala 1997’an de ji bo bi dilxwazî cezayê xwe yê girtîgehê bikişîne vegeriya Îtalyayê. Cezayê Negrî yê girtîgehê hate kêmkirin û di sala 2003'an de hate berdan. Negrî di tevahiya jiyana xwe de gelek gotar û pirtûkên siyasî nivîsandin. Hin pirtûkên wî di qada cîhanê de gelekî deng vedan û xebatên wî ji bo gelek zimanan hatin wergerandin.