Li Cîbaliyeyê di êrîşê de 110 kes mirin

Hikumeta Hamasê ragihand ku li bakurê Xezeyê di êrîşên Îsraîlê de 110 kes hatine kuştin.

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ya li Şerîda Xezeyê ragihand ku li Cîbaliye ya li bakurê Şerîda Xezeyê di êrîşên Îsraîlê de ji roja Yekşemê û vir ve 110 Fîlîstînî hatine kuştin.

Li gorî bîlançoya dawî ya wezaretê ku roja Înê weşand, ji 7'ê Cotmehê û vir ve hejmara qurbaniyan gihîştiye 18 hezar û 800 kesî.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî jî kêmî yek ji sê parên nexweşxaneyên li Xezeyê dikarin bixebitin. Li gorî AFP'ê jî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) bandora operasyonên Îsraîlê yên roja Yekşemê yên li ser du nexweşxaneyên li bakur şermezar kir.