Elmanya wê êdî îmamên ku ji Tirkiyeyê tên şandin, qebûl neke

Elmanya bi armanca “zêdekirina entegrasyonê” wê êdî îmamên ku ji Tirkiyeyê tên şandin, qebûl neke.

Wezareta Karên Hundir roja Pêncşemê daxuyanî da û ragihand ku Elmanya bi armanca zêdekirina entegrasyonê û ji bo bi xwe oldarên xwe yên Misilman perwerde bike, wê êdî îmamên Tirk ên ji mizgeftên Elmanyayê re tên şandin, qebûl neke.

Wezaret wê li gorî peymaneke nû ya ku bi Diyanetê û Yekîtiya Tirk Îslamê ya Karên Diyanetê (DÎTÎB) re kiriye, li bajarokê Dahlemê her sal nêzî 100 îmaman perwerde bike.

Ev îmam wê cihê nêzî hezar oldaran bigirin ku wê ji aliyê Diyanetê ve bên perwerdekirin û îstihdamkirin.

Wezîra Karên Hundir a Elmanyayê Nancy Faeser daxuyaniyek da û got: “Pêwîstiya me bi lîderên ol ên ku bi zimanê me diaxivin, welatê me nas dikin û nirxên me diparêzin, heye.”

Faeser got: “Em dixwazin îmam tevlî diyalogên di navbera olan de bibin û pirsgirêkên baweriyê yên di civaka me de nîqaş bikin.”

Li gorî Konferansa Îslamê ya Elman (DIK) li Elmanyayê nêzî 5,5 milyon Misilman dijîn. Ev jî dibe nêzî ji sedî 6,6’ê nifûsê. Faeser ji bo biryara hatî girtin, diyar kir ku ev ji bo entegrasyona civakên Misilman û tevlîbûna wan, girîng e.

Sala 2017’an rayedarên Elman piştî îdîayên ku îmamên ji aliyê Diyanetê ve tên şandin, li ser navê Enqereyê sîxûriyê dikin, bang li DÎTÎB’ê kir ku reformên bi kok pêk bîne. Lêpirsîna ku hatî vekirîn jî, bêyî ku bigihije encamekî hate girtin.