Li Geverê êrîşa dagirkeriyê

Artêşa Tirk li zom û zozanên gundê Tiloran a Geverê, êrîşa dagirkeriyê da destpêkirin.

ÊRÎŞA DAGIRKERIYÊ

Li çoltarê gundên Tiloran a Jêr û Tiloran a Jor ên navçeya Geverê ya Colemêrgê operasyona leşkerî hate destpêkirin. Leşkeran, rêyên ber bi zomên gundên Horê, Berê Sor û Warê Conî ve diçin girtin û gund dorpêç kirin. Li herêmê bi sedan leşker û cerdevan hatine bicihkirin û liv û tevgera helîkopteran didome. Hat diyarkirin ku li qadên Sipêrêz û Omerê jî liv û tevgera balafirên biçek û bêmirov heye.

Sewalên gundiyan ên li zozanan hatin derxistin û destûr nehat dayîn ku bêrîvan biçin zozanan. Her wiha hat zanîn ku leşkeran lêgerîna tazî li şivan û welatiyên çûbûn zozanan kirine. Di heman demê de li gundan jî nasnameyên gundiyan hatine kontrolkirin.