Rûsya hejmara leşkerên xwe yên li ser sînorê Fînlandiyayê zêde dike

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn hişyarî da ku tevlîbûna Fînlandiyayê ya li nava NATO'yê wê 'hin pirsgirêkên beriya niha nebûn, biafirîne' û diyar kir ku hejmara leşkerên li ser sînorê bakurrojava wê bê zêdekirin.

Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn di hevpeyvîneke xwe de ku roja Yekşemê li televîzyoneke dewletê hate weşandin got, "Li wê derê ti pirsgirêk tune bû, lê niha wê hebe. Ji ber ku em ê herêma leşkerî ya Lenîngradê ava bikin û di asteke diyarkirî de yekîneyan li wir bi cih bikin." Pûtîn dewletên NATO'yê sûcdar kir ku 'Fînlandiya ber bi NATO'yê ve dehf dane'.

Têkiliyên navbera herdu welatan ku di nava wan de 1,340 kîlometre sînor heye, sala 2022'an piştî êrîşa Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê nebaş bû. Piştî şerê li ser Ûkraynayê, Fînlandiya têkildarî ewlekariya xwe kete nava fikaran û Nîsana 2023'an tevlî NATO'yê bû.

Pûtîn got, 'Wan (dewletên rojavayî) Fînlandiya ber bi NATO'yê ve dehf dan. Bi wan re nakokiyek me hebû? Nakokiya li ser xakê ya ji sedsala 20'î mayî û vir ve û hemû nakokiyên din demeke dirêj hatibûn çareserkirin."

Beriya daxuyaniya Pûtîn, Fînlandiyayê bi birêxistinkirina krîza koçberan Moskowa sûcdar kiribû û ragihandibû ku ew sînorên xwe yên bi Rûsyayê re hemûyan digire.

li gorî Wezîra Karên Hundir a Fînlandiyayê marî Rantanen ev biryar wê heta 14'ê Çileyê derbasdar be.

Moskowayê piştî tevlîbûna Fînlandiyayê ya li nava NATO'yê hişyarî dabû ku wê 'tedbîrên dijber' werbigire.