Li Spanyayê gelek dibistanên navneteweyî gefên bombekirinê wergirtin

Li Spanyayê gelek dibistanên navneteweyî ji ber gefên bombeyan navber dane dersên xwe.

Li Zaragozayê dibistana bi navê Lycee Françaîs Molîereyê û  dibistana li Tenerîfeyê ya bi navê Jules Verneyê û li Madrîdê dibistana bi navê St Georgesê gefên bombeyan wergirtin.

Berpirsên dibistanê ji AFP’yê axivîn û ragihandin ku çend dibistanên navneteweyî yên Fransî û Îngilîzî  maîlên ku gefên bombekirinê  dixwin, wergirtine. Ev yek jî bû sedem ku 18’ê Kanûnê roja Duşemê  li van dibistanan ders werin sekinandin. 

Noel Jegou ê Midûrê Lîseya Français Molîereya li Saragossayê  got: " Duh şev (Yekşem) di saet 23:00'yan de maîlek têkildarî bombekirinê ji me re hat. Me agahî da polês û balyozxaneya Fransayê a li Spanyayê.  Heya rayedar neyên em dibistanan venakin."

Jegou diyar kir ku wan deriyê dibistana ku hezar xwendekar lê dixwînin venekirine û got ku  pisporên bombeyan ji bo vê yekê "di rê de ne".

Julien Lepagney ê Midûrê dibistana seretayî jî  diyar kir ku Lîseya Jules Verne ya Fransî ya li Tenerîfeyê şeva Yekşemê  gefek bi heman rengî  li wan hatiye xwarin.

Dibistana Îngilîzî ya bi navê  St Georges a li Madrîdê jî  meîlek bi heman rengî wergirt.  Rêveberiya dibistanê anî ziman ku îro heman peyam ji gelek dibistanên li Madrîdê re hatiye şandin û li gorî polêsan ev meîl hin hişyariyên xelet in.

Hefteya borî jî dibistana Îngilîzî a bi navê Kensîngtonê  bi rêya maîlê gefek wergirtibû. Polîsan piştî serdana pisporên bombeyan ihtîmala hemû rîskên ku ji ber vê rewşê  bên jîyîn, ji holê rakiribûn.

Li Fransayê bi sedan gefên bombeyan yên derewîn ev çend meh in bandorê  bi taybet li dibistan û kolej, balafirgeh û îstasyonên trênê dikin. Di nîvê meha Mijdarê de Wezareta Perwerdeyê diyar kiribû ku ji destpêka serdema perwerdeyê heya niha 788 gef li dibistanan hatine xwarin.