Îranê li dijî Îsraîlê dest bi êrîşeke berfireh kir

Dewleta Îranê li hemberî Îsraîlê bi gelek balafirên bêmirov dest bi êrîşekê kir.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku Îranê gelek balafirên bêmirov bi ser Îsraîlê ve şand. Televîzyona dewletê ya Îsraîlê KANN diyar kir ku Îranê li dijî Îsraîlê dest bi êrîşa bi balafirên bêmirov kiriye.

Sê çavkaniyên ewlekariyê yên ji ajansa Reûtersê re axivîn, diyar kirin ku li ser herêma Silêmaniye ya Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Federe gelek balafirên bêmirov hatine dîtin ku ji aliyê Îranê ve hatin.

Rojnamevanê Îsraîlî Barak Ravîd ku nûçegihanê malpera nûçeyan a Emerîkî Axîos e, diyar kir ku Îranê bi dehan balafirên bêmirov ber bi Îsraîlê ve şandiye. Her wiha agahiyên nûçeya xwe spart rayedarên Îsraîlî û çar rayedarên DYE'yî.

Serokwezîrê Îsraîlê Bînyamîn Netanyahû diyar kir ku sîstema parastinê ya welêt hatiye çalakkirin û artêşa wan amade ye.

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû got, "Min pîvanek bi şênberî destnîşan kir: Kî zerarê bide me, em ê jî zerarê bide wan. Li dijî her cûre gefan em ê xwe biparêzin. Em ê vê yekê bi xwînsarî û biryardarî bikin."

Muxafizên Şoreşê yên Îranê jî bi daxuyaniyekê ragihandin ku 'bi dehan balafirên bêmirov û fuze' ber bi xaka Îsraîlê ve hatine şandin.

Qesra Spî jî diyar kir ku Îranê li dijî Îsraîlê dest bi êrîşê kiriye û got, "Piştgiriya me ya ji bo ewlekariya Îsraîlê tam e. Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) li dijî gefên ji Îranê wê piştgiriyê bide parastinê (ya Îsraîlê)."

Di vê navberê de artêşa Îsraîlê li hemberî êrîşên gengaz ên ji Îranê fermanên ewlekariyê yên ji bo du rojan eşkere kir. Di çarçoveya tedbîrên ewlekariyê de li tevahiya Îsraîlê dibistan ji bo du rojan ketin betlaneyê.

Ji bilî deverên ku hişyariya ewlekariyê lê hate kirin, li tevahiya welêt destûr hate dayin ku heta hezar kesî karibin li hev kom bibin. Her wiha karkirina li derve û ji bo kargehan hin sînor hatin danîn.

Hate ragihandin ku li hin herêmên derdora Şerîda Xezeyê li derve 100 kes, li deverên girtî jî heta 300 kesî dikarin li hev kom bibin.

Urdunê jî li hemberî êrîşên bi balafirên bêmirov ên Îranê yên li ser Îsraîlê rewşa awarte ragihand. Biryar da ku qada xwe ya hewayî li hemû balafirên transît bigire.

Wezîrê Ragihandinê Rezzak es-Sadavî ji Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Iraqê ÎNA re axivî û diyar kir ku qada hewayî li firînan hemûyan hatiye girtin. Di daxuyaniya Saziya Hewakariya Sivîl de hate ragihandin ku qada hewayî ya Iraqê bi demkî û ji bo tedbîran hatiye girtin.