CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Madûro: Li Caracasê 10 paramilîterên Kolombî hatin kuştin
Serokdewletê Venezûelayê Nîcolas Madûro aşkere kir di şerê di navbeyna komeke krîmînal û hêzên çekdar ên Venezûelayê de 10 paramîlîterên Kolombî hatine kuştin. -
Li Iraqê, li nexweşxaneyekê bi dehan kes şewitîn, gel rabû ser piyan
Li nexweşxaneya Nasiriyê ya li başûrê Iraqê, agir bi beşa Covîd-19 ket. Herî kêm 52 kesî jiyana xwe ji dest dan. -
Li Hindistanê ji ber birûskê gelek kes mirin
Li Hindistanê bi serdema mûsonê re baraneke zêde dibare. Kesên li derve wêneyê xwe digirtin, birûskê li wan xist, gelek kes mirin. -
Li Kubayê çalakiyên şermezarkirinê
Li gelek bajarên Kubayê, roja Yekşemê li dijî hikumetê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. -
Ji sedî 54 ê xelkê Brezîlyayê Bolsonaro naxwaze
Li gorî anketeke li Brezîlyayê, piraniya xelkên Brezîlyayê dixwazin serokdewlet Jair Bolsonaro biçe. -
Leşkerên kirêkirî yên 'erzan' ji Kolombiyayê belavî cîhanê dibin
Leşkerên ku bi sedemên cuda ji artêşa Kolombiyayê vediqetin, ji ber zîrektiya xwe ya di şerê nepergalî de weke hêza kar a erzan li gelek deverên cîhanê weke leşkerên kirêkirî têne xebitandin. -
Li Caracasê şerê polîs-çeteyan: 26 kes mirin
Li rojavayê paytexta Venezûela Caracasê, polîs û çete du roj in bi hev ketine. Di vî şerî de 26 kes mirin. -
Lîtvanya têlan datîne ser sînorê Belarûsê
Lîtvanya ji bo pêşî li pêla koçberan a ji Belarûsê bigire, têlan datîne ser sînor. Rayedaran gotin, di demeke nêz de wê dîwarekî rasteqîn lê bê danîn. -
Li Nîjeryayê talankeran li 5 gundan gelek kes kuştin
Li 5 gundên eyaleta Zamfara ya Nîjeryayê li gorî rayedaran 35 û li gorî gelê herêmê 43 kes hatine kuştin. -
Dozgeriya Îngîltereyê wê li dijî koçberên qaçax prosedûra hiqûqî pêk naîne
Dozgeriya Îngîltereyê tevî daxwaza Wezareta Karê Hundir wê li dijî koçberên ku bi qacaxî bikevin welat, prosedûra hiqûqî pêk neîne. -
Talîban: Ji sedî 85’ê Efganistanê me kontrol kiriye-NÛ BÛ
Talîbanê ragihand ku ji sedî 85’ê xaka Efganistanê xistine di bin kontrola xwe de. -
Li Bangladeşê fabrîka şewitî, bi kêmanî 50 kes mirin
Li bajarekî nêzî paytexta Bangladeşê Dakkayê li fabrîkaya Hashem Food and Beverageyê şewat derket, bi kêmanî 50 kes mirin. -
Serxwebûna Sûdan a Başûr veguherî kabûsê
Serxwebûna ku beriya 10 salan li Sûdan a Başûr bi coşeke mezin hate ragihandin, ji ber têkoşîna li ser desthilatdariyê, şerê navxweyî û birçîbûnê veguheriye kabûsê. -
Talîbanê deriyê sînor ê bi Îranê re bi dest xist
Talîbanê ragihand ku yek ji girîngtirîn deriyê sînor ê bi Îranê re Îslam Kale bi dest xistiye. -
Jin li dijî Talîbanê radihêjin çekê
Li herêmên bakur û navendî yên Efganistanê, bi sedan jinî li dijî vegera rejîma Talîbanê rahiştin çekê. Talîban jî qada xwe ya serweriyê fireh dike. -
Li Nîjeryayê dizê heywanan êriş birin ser gundekî: 18 kes hatin kuştin
Li bakur rojavayê Nîjeryayê kesên çekdar ku weke "çete" tên binavkirin, êriş birin ser gundekî. Di êrişê de herî kêm 18 kes qetil kirin. -
Serokkomarê berê yê Efrîkaya Başûr teslîm bû
Li Serokkomarê berê yê Efrîkaya Başûr Jacop Zûma 15 meh cezayê girtîgehê hatibû birîn. Zûma piştî ku dît ew ê nikaribe ji vî cezayî bireve, teslîmî polîsan bû. -
Sûîqesta li dijî Serokkomarê Haîtî: 4 'leşkerên kirêkirî' hatin kuştin
Hate ragihandin, di êrişa kuştina Serokkomarê Haîtî Jovenel Moîse de ji êrişkaran 4 'leşkerên kirêkirî' hatine kuştin, 2 jî hatine girtin. Li vî welatê ku di krîzê de ye, rewşa awarte hate ragihandin. -
Li Iraqê 14 roket avêtin baregeha Emerîkayê
Koalîsyona Navneteweyî ya li Dijî DAÎŞ’ê diyar kir ku bi 14 roketan êrişî baregeha Ayn El Esad hatiye kirin a ku leşkerên Emerîkayê lê ne. -
Serokkomarê Haîtî bi êrişa çekdarî hate kuştin
Serokkomarê Haîtî Jovenel Moîse vê sibehê di encama êrişeke çekdarî de hate kuştin. -
Talîban kete nava bajarê navendî yê wîlayetekê
Tevgera Talîbanê navçeyên wîlayeta Badgîsê bi temamî bi dest xist û kete nava bajarê navendî Kale-î Nev. -
Li Kanadayê yekemcar jineke xwecihî bû Waliya Giştî
Li Kanadayê Mary Simon a ji xelkê Înûît ê xwecihî ji bo wezîfeya walîtiya giştî hate tayînkirin, ku bi vê wezîfeyê wê Qralîçe Elîzabeth a 2'emîn temsîl bike. -
Bilûrvanê navdar ê Ermen Ciwan Gasparyan koça dawî kir
Bilûrvanê navdar ê Ermen Ciwan Gasparyan ku 92 salî bû, li Erîwanê koça dawî kir. -
Li bakurê Ewropayê germahiya zêde
Li bakurê Ewropayê hewa di asta rekorê de germ bûye. Hezîran li gelek herêmên Fînlandiya û Swêdê bûye meha herî germ. -
Li Gabonê zarok neçar dimînin li ser sergo bixebitin
Li paytexta Gabon Lîbrevîlê, gelek zarok li ser sergoyê Mîndoûbeyê dixebitin.