Li Hindistanê ji ber birûskê gelek kes mirin

Li Hindistanê bi serdema mûsonê re baraneke zêde dibare. Kesên li derve wêneyê xwe digirtin, birûskê li wan xist, gelek kes mirin.

Ji roja Yekşemê û vir ve li welat bahozeke mezin heye.

Li gorî bîlançoya demdemî ya ku rojnameya India Totayê daye li sê herêman 68 kes mirine. Li Madhya Pradeşê 7, li Rajasthanê 20 û li Uttar Pradeştê jî 41 kes mirin.

Serokwezîr Narendra Modî diyar kir ku wê 200 hezar rûpî (2260 eûro) bidin malbatên kesên mirî û wê 50 hezar rûpî (560 eûro) jî bidin birîndaran.

Li Rajasthanê ya ku paytexta eyaleta Jaîpûrê re 11 kesan dema li Keleha Amerê wêneyê xwe digirtin, birûskê li wan da û mir. Hate diyarkirin di nava 40 deqîqeyan de du caran birûskê li kûleya çavdêriyê daye.