Li Iraqê 14 roket avêtin baregeha Emerîkayê

Koalîsyona Navneteweyî ya li Dijî DAÎŞ’ê diyar kir ku bi 14 roketan êrişî baregeha Ayn El Esad hatiye kirin a ku leşkerên Emerîkayê lê ne.

Berdevkê koalîsyonê Wayner Marotto li ser twîtterê daxuyanî da û got “Li gorî saeta herêmî, saet di 12.30’an de bi 14 roketan êrişî baregeha hewayî ya Ayn El Esadê hate kirin. Roket li baregehê û derdora wê ketin. Pergala parastina hewayî xebitî. Li gorî agahiyên pêşîn 3 birîndar hene.”

Li Iraqê her roj êrişî berjewendiyên DYE tê kirin. Baregeha hewayî ya li wîlateya Anbarê li çolistanê ye, roja Duşemê jî bi sê roketan êrişî wê hatiye kirin.  Çend saet şûnde jî bi dronan êriş hatibû kirin û dron hatibû xistin.

Roja Sêşemê jî bi dronên bombebarkirî êrişî balefirgeha Hewlêrê hatibû kirin. Li balefirgehê baregeheke koalîsyonê heye.

Ji serê salê û heta niha 49 êriş li dijî berjewendiyên Emerîkayê hatiye kirin.

Bikaranîna dronên nû ji bo koalîsyonê problem e. Bataryayên parastina hewayî yên C-RAM’ê nikarin van dronan zeft bikin.

Hefteyek berî êrişên dawîn DYE li Iraq û Sûriyeyê bendên Haşdî Şabî bomberdûman kiribû û nêzî 10 milîs hatibûn kuştin.