Newroz Uysal Aslan di serlêdana xwe de cih da gelek binpêkirinên li dijî girtiyan û got ku rêveberiya girtîgehê bi sepanên xwe yên keyfî mafên bingehîn ên girtiyan binpê dike û ev sepan li dijî destûra bingehîn a Tirkiyeyê û peymanên navneteweyî ye.
Daxwaza Newroz Uysal Aslan anî ziman ku astengkirina weşanên bi zimanê Kurdî, lêgerînên rûmet şikandinê, bihayên zêde yên kantînê, xizmetên tenduristiyê yên nebaş û cezayên dîsîplînê yên keyfî li grtîgehê di meriyetê de ye. Newroz Uysal diyar kir ku dermankirina girtiyên nexweş tê astengkirin û xizmetên bingehîn ên wekî dermankirina diranan bi salan tê paşxistin.
Parlamenter Uysal Aslan destnîşan kir ku pêkanînên girtîgehê Destûra Bingehîn û peymanên mafên mirovan ên navneteweyî binpê dikin, û bi bîr xist ku divê ÎHÎK tenê giliyan lêkolîn neke, di heman demê de rêziknameyên pêwîst ji bo çareserkirina binpêkirinên mafên mirovan bicîh bîne.
Li ser binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Sîncanê girtiyê bi navê Bager Sayak ê ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Sîncanê tê ragirtin di dema axaftina telefonê ya bi vasîsê xwe Ahmet Sayak re diyar kir ku rêveberiya girtîgehê li pey provakasyonan e. Sayak di axaftina xwe de gotina Serokkomar Erdogan a "em ê destûrê nedin provokasyonan" bibîrxist û wiha got: "Provokasyonên bi vî rengî li girtîgehan bi saya hesasiyeta girtiyan pêk nayên. Lê belê eger li vê derê piştî vê yekê tiştek biqewime, em berpirsyar nîn in, rêveberiya girtîgehê û midûrê girtîgehê E.D. ku konsepta şer temsîl dike û dijminê Kurdan e berpirsyarê provokasyonê ne."