Ji sedî 54 ê xelkê Brezîlyayê Bolsonaro naxwaze

Li gorî anketeke li Brezîlyayê, piraniya xelkên Brezîlyayê dixwazin serokdewlet Jair Bolsonaro biçe.

Li gorî anketa ku roja Şemiyê li Brezîlyayê hate weşandin, piştgiriya ji bo Serokdewlet Jaîr Bolsonaro gelekî kêm bûye. Kirîna derziyên dijî Covîd-19 ku bi rêk û pêk nehate kirin, bandor li ser vê yekê kir.

Li gorî anketa Datafolha, ji sedî 54 ê şêniyên Brezîlyayê ji meclîsa jêrîn dixwaze ku ji bo dûrxistina Bolsonaro ji wezîfeyê, prosedurê bide destpêkirin. Ji sedî 42 ê gel li ber vê yekê radibe. Li gorî anketeke ku meha Gulanê hate kirin, rêjeya dijber û alîgirên Bolsonaro weke hev bû.

Li gorî anketa Datafolhayê, ji sedî 51 ê Brezîlyayiyan naxwazin ku rêveberekî rastgir welêt bi rê ve bibe.