Li Nîjeryayê talankeran li 5 gundan gelek kes kuştin

Li 5 gundên eyaleta Zamfara ya Nîjeryayê li gorî rayedaran 35 û li gorî gelê herêmê 43 kes hatine kuştin.

Li eyaleta Zamfara ya Nîjeryayê çeteyên ku diziya heywanan dikirin li 5 gundan li gorî rayedaran 35 û li gorî gelê herêmê jî 43 kes kuştin. Çeteyan gelek kes jî birîndar kirine.

Çeteyên ku bi motorsikletan hatin, girtine ser gundên Gîdan Adamû, Tsaûnî, Gîdan Baûshî, Gîdan Maîdawa û Warî. Tê diyarkirin ku çeteyan gundî kuştine û agir bera malan dane.

Çarşema borî jî li gundekî Katsînayê 18 kes hatibûn kuştin. Di meha Hezîranê de jî 56 gundî ji aliyê çeteyan hatibûn kuştin.