Li Kubayê çalakiyên şermezarkirinê

Li gelek bajarên Kubayê, roja Yekşemê li dijî hikumetê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin.

Li Kubayê krîza herî giran a aboriyê ya 30 salên dawî heye. Li gelek bajaran çalakiyên şermezarkirinê dest pê kirin.

Çalakiyên ku dîmenên wê li ser medya dîjîtal gelekî hatin belavkirin, hate îdîakirin ku di nava rojê de bi rengekî spontane pêk hatine.

Li vî welatê ku Partiya Komunîst lê serdest e, çalakiyên bi vî rengî kêm caran rû dide. Bi giranî tenê çalakiyên ku partî destûra wan dide tên lidarxistin.

Di çalakiyan de dirûşmên "Bimire dîktatorî" û "Bila biçin" hatin qîrîn. Li bajarê San Antonio de los Banos ê bi 30 kîlometreyî dûrî paytext Havanayê ye, bi hezaran kes daketin qadan. Leşker û polîsan tedbîrên berfireh girtin.

Li bûlwara navdar a Havanayê li Maleconê bi sedan kesî dirûşma 'azadî' qîriyan.

Li ser Facebook û Twitterê bi rengekî zindî hate weşandin ku li gelek welatan çalakiyên şermezarkirinê hatine lidarxistin.

Şewba Covîd-19 welat ber bi krîzeke giran a aboriyê ve dehf da. Her roj ji bo tedarikkirina xurekê xelkê Kubayê dikeve dora dûr û dirêj. Her wiha derman jî kêm e. Zor û zehmetiyên aboriyê rayedar neçar hişt ku li beşeke mezin a welêt rojane ji bo çend saetan elektrîkê bibirin.

Hikumeta Kubayê li pêşberî çalakiyan ragihand ku berdêla xwe çi dibe bila bibe ew amade ne şoreşê biparêzin.

Li ser rûdana çalakiyên şermezarkirinê yên ji nişka ve rû dan, Serokkomar Mîgûel Dîaz-Canel 'fermana têkoşînê' ya şoreşgeran û bang li wan kir ku niha û rojên bê dakevin qadan.

Mîgûel Dîaz-Canel got, "Li ser tevna dîjîtal mafyayeke Kuba-Emerîka heye ku gelekî pere qezenç dike (...) Rewşa li Kubayê dike bahane û li herêmên welêt hemûyan banga xwepêşandanan kir."

Têkiliyên dîplomatîk ên navbera DYE û Kubayê piştî lihevkirineke demkurt a navbera salên 2014-2016'an bi rêveberiya Donald Trûmp re ser û bin bû. Serokê beriya niha yê DYE'yê Trûmp ambargoya ji sala 1962'an û vir ve di meriyetê de ye girantir kiribû.