ADGB: Werin em têkoşîna 33 Rêwiyên Hêviyê mezin bikin!
ADGB’ê got: ‘’Li gel perspektîfa şoreşa yekbûyî ji bo hesabpirsîna Pirsûsê em dicivin. Werin em di sala 10’emîn de têkoşîna 33 Rêwiyên Hêviyê mezin bikin.’’
ADGB’ê got: ‘’Li gel perspektîfa şoreşa yekbûyî ji bo hesabpirsîna Pirsûsê em dicivin. Werin em di sala 10’emîn de têkoşîna 33 Rêwiyên Hêviyê mezin bikin.’’
Naveroka daxuyaniya Yekîtiya Hêza Demokratîk a Ewropayê (ADGB) bi vî rengî ye:
‘’10’emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê careke din bang li me dike ku em ji terora dewleta faşîst û dagirker hesabê bipirsin û têkoşîna xwe mezin bikin. Rejîma koşka faşîst di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li gel Komkujiya Pirsûsê dest bi konsepteke şer ya nû ya bi navê plana têkbirinê kir. Rejîma faşîst kampanyaya ciwanên sosyalîst a avakirina Kobanê hedef girt.
Pirsûs: vegotina herî xwerû ya daxwaz û xeta ciwanên sosyalîst ya destdana şoreşa Rojava ye. Çûna ji Pirsûsê ya ber bi Kobanê ve xwesteka lêzêdekirina reng ûruhê serhildana Gezîyê ya ji bo avakirina şoreşê ye. Çalakiya hilweşandina sînorên rejîma faşîst û yekbûna li gel Rojava û şoreşê ye. Tam jî ji ber vê yekê rejîma faşîst a dagirker û çeteyên girêdayî wê DAÎŞ’ê li Pirsûsê li hemberî ciwanên sosyalîst û şoreşgeran komkujiyeke hovane pêk anîn.
Ciwanên sosyalîst ên ku xwestin têkoşîna xwe û kelecana xwe ji Pirsûsê veguhezînin Kobaniyê, di heman demê de xwestin ji gelên li herêmê re hêviyên Rojhilateke Navîn a wekhev, azad û aşitiyane bibin.
Li Tirkiyeyê jî daxwaza edaletê ya çîna karkeran û bindestan her ku diçe mezintir dibe. Hêrsa çîna karkeran û bindestan ya li hemberî bêedaletiyên dewlet û pergala kapîtalîst ku her ku diçe mezintir dikin, mezin dibe. Rejîma faşîst bi konsepta êrîşa aborî û polîtîk berê çîna kedkaran dide xizanî, birçîtî û mirinê.
Ji bo hesabpirsîna Komkujiya Pirsûsê û mezinkirina têkoşîna edaletê her sal meha Tîrmehê meheke taybet û girîng e. Bêguman nerazîbûnên polîtîk, berxwedana yekbûyî û têkoşîna edaletê çalakiyên hesabpirsînê ne.
Ji kolanên Tirkiye û Kurdistanê û heya bajarên Ewropayê em ê li ser şopa Rêwiyên Hêviyê bin û li gel perspektîfa şoreşa yekbûyî ji bo hesabpirsîna Pirsûsê em dicivin. Werin em di sala 10’emîn de têkoşîna 33 Rêwiyên Hêviyê mezin bikin.’’