BI DÎMEN

Li Elmanyayê çalakiyên li dijî biryara dersînorkirina Çakas didomin 

Çalakiyên li dijî biryara Dadgeha Bilind a Celle ya Elmanyayê ya ku bi tawanbariya "endamtiya PKKê" 2 sal û 10 meh cezayê girtîgehê li çalakvanê Kurd Mehmet Çakas birî û hewldana dersînorkirina Çakas bê nav ber didomin.

Çalakvanê Kurd Mehmet Çakas ê ku li Çewlîgê ji dayik bûye, di dawiya sala 2022’yan de li Îtalyayê hate girtin û di Adara 2023’yan de radestî Elmanyayê hate kirin. Çakas niha li Girtîgeha Uelzenê tê girtin, tê payîn ku 4’ê Cotmeha 2025’an were berdan lê Serdozgeriya Giştî ya Elmanyayê înfazkirina ceza betal kir û pêvajoya dersînorkirinê da destpêkirin.

Serlêdana penaberiyê û îtîrazên Çakas ên li dijî biryara dersînorkirinê hatin redkirin. Li ser banga  AZADÎ e.V. û KON-MED’ê ji 4’ê Tîrmehê û vir ve li gelek bajaran çalakî û daxuyaniyên çapemeniyê tên lidarxistin.

Herî dawî li Celle û Uelzenê daxuyanî hatin dayin û hat diyarkirin ku Çakas bi neheqî hatiye darizandin û ger wî bişînin Tirkiyeyê, ew ê dîsa were girtin û zextê lê bikin.

Di daxuyaniyê de dirûşmeyên "Biji berxwedana zindanan", "Freiheit für alle politische Gefangene" û "Hoch die internationale Solidarität" hatin berzkirin.

Ji bo Mehmet Çakas wê 13’ê Tîrmehê roja Şemiyê saet 14:00’an de li ber Stasyona Navendî ya Hannoverê meşek mezin bê lidarxistin. Çalakvanan bang Elmanyayê kirin ku dev ji polîtîkayên xwe yên krîmînalîzekirina Kurdan berde.