Talîbanê deriyê sînor ê bi Îranê re bi dest xist

Talîbanê ragihand ku yek ji girîngtirîn deriyê sînor ê bi Îranê re Îslam Kale bi dest xistiye.

Îslam Kale li wîlayeta Heratê ya li rojavayê welêt e. Berdevkê Tevgera Talîbanê Zabîhûllah Mucahîd ji AFP'ê re axivî û got, "Deriyê sînor ê Îslam Kala bi temamî kete bin kontrola me û em ê îro bixin meriyetê."

Îslam Kale yek ji deriyên herî girîng ê sînor ê Efganistanê ye. Bazirganiya qanûnî ya navbera van herdu welatan bi giranî ji vî derî tê kirin.

Rêveberiya Kabûlê ku nakeve ber pêkanînên DYE'yê yên li ser Îranê, bi taybetî mazotê û gazê dikire.

Îslam Kale deriyê duyemîn ê sînor e ku Talîbanê ji meha Gulanê ve bi dest xistiye. Piştî ku DYE'yê bi rengekî fermî di meha Gulanê de dest bi vekişîna ji Efganistanê kir, Talîbanê operasyonên xwe yên li welêt berfireh kir. Tê payin ku leşkerên dawî yên DYE'yê heta 31'ê Tebaxê vekişin.

Talîbanê meha derbasbûyî jî deriyê sînor ê Şîr Han Benderê yê navbera Efganistan û Tacîkistanê bi dest xistibû. Piştî şer nêzî hezar leşkerên Efgan neçar mabû ku xwe li Tacîkistanê bigirin.

Talîbanê hefteyên dawî gelek navçe bi dest xist û berê xwe da bajarên mezin. Talîban roja Çarşemê ketibû nava bajarê Kale-Nev e ku bajarê navendî yê wîlayeta Badgîsê ye.