Li Iraqê, li nexweşxaneyekê bi dehan kes şewitîn, gel rabû ser piyan

Li nexweşxaneya Nasiriyê ya li başûrê Iraqê, agir bi beşa Covîd-19 ket. Herî kêm 52 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Rayedarên tenduristiyê yên xwecihî ragihandin ku şewatê êvara 12'ê Tîrmehê rû da û herî kêm 52 kes mirin, 22 kes jî birîndar bûn.

Li beşa Covîd-19 a Nexweşxaneya El Huseyîn 70 cihê razanê hebûn. Fikar hene ku bîlanço girantir bibe.

Serokwezîr Mûstafa Kazimî nîvê şevê wezîr û berpirsyarên ewlekariyê bi lezgînî civand.

Her wiha li wîlayea Zîqarê rewşa lezgîn hate ragihandin. Hate ragihandin ku qurbanî şewitîne û lêgerîn jî dewam dike.

Li gorî çavkaniyek ji departmana tenduristiyê ya wîlayetê, şewat ji ber teqîna tupên oksîjenê pêk hat.

Heman senaryo Nîsana derbasbûyî li nexweşxaneyeke li Bexdayê jî rû da bû û zêdeyî 80 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.

Bi vê dramê re bi sedan kes li ber nexweşxaneyê li hev civiya û nerazîbûn nîşan da. Girseya gel dirûşma "Partiyên siyasî me dişewitîne" qîriya.