Dozgeriya Îngîltereyê wê li dijî koçberên qaçax prosedûra hiqûqî pêk naîne

Dozgeriya Îngîltereyê tevî daxwaza Wezareta Karê Hundir wê li dijî koçberên ku bi qacaxî bikevin welat, prosedûra hiqûqî pêk neîne.

Li Îngîltere dozgeriyê, biryara bikaranîna ‘edaletê ya ji bo koçberan’ red kir.

Dozgeriyê bi daxuyaniya dayî, diyar kir ku ji bo koçberê bi qacaxî bi rêya behra Manş dikevin welat, pêkanîna prosedûra hiqûqî erê nekir, destnîşan kir ku ev kes qûrbanî ne.

Servîsa Dozgeriya Qiraliyetê (CPS) daxuyaniyek nivîskî da û got: “Koçberên ku bi rêya keştî li ser behrê û wesayîtan bi qacaxî dikevin Îngîltereyê, eger ku dubare neketibe welat û berê dersînor nehatibe kirin, divê neyên darezandin.”

Dozgeriyê bal kişand ser wê yekê ku ev biyar ji bo koçber û penaberên bi rêya qacaxî hatine bê ku alternatîfek an jî ji bo geştê nehatibin, hatiye girtin, destnîşan kir ku pêwîste yên berê mirovên didin ser van rêyên xeter werin darezandin.

Ji erkdarên Koçberiyê ya CPS’ê Frank Fergûson anî ziman ku wê ev helwest mirovan bikişîne ser van rêyên xeternak ên koçberiyê.