Li Bangladeşê fabrîka şewitî, bi kêmanî 50 kes mirin

Li bajarekî nêzî paytexta Bangladeşê Dakkayê li fabrîkaya Hashem Food and Beverageyê şewat derket, bi kêmanî 50 kes mirin.

Li gorî daxuyaniya ku polîsan dayî ji ber şewata li fabrîkayê bi kêmanî 50 kes mirin, bi dehan kes winda ne. Hate diyarkirin karker ji bo ku ji şewatê xilas bibin xwe ji pencereyan avêtine.

Nayê zanîn bê ka dema şewatê çend karker li hundir bûn. Fikar ew e ku kesên ku mirine zêdetir bibin.

Şewat li Food and Beverageyê ya du qadî ya li bajarê Rupgandê êvara pênçşemê saet 17:00'an dest pê kir. Sibeha Înê şewatê dom dikir. 

Li Bangladeşê ji ber ku rêgezên ewlehiyê nayên bicihan^n di sektora tekstîlê de gelek caaran şewat dertên.

Sibata 2019'an li Dakayê di şewateê de 70 kes miribû. Şewat li depoyekê derketibû ku bi awayekî derqanûnî bi rengekî derqanûnî berhemên kimyewî hildiberand.

Nîsana 2013'an atolyeya konfeksiyonê ya Rana Plazayê rûxiyabû û bi kêmanî 1.138 karker miribûn.