Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Talîban kete nava bajarê navendî yê wîlayetekê

Tevgera Talîbanê navçeyên wîlayeta Badgîsê bi temamî bi dest xist û kete nava bajarê navendî Kale-î Nev.

Waliyê Badgîsê Hesamûddîn Şems bi rêya SMS'ê peyamek ji rojnamevanan re şand û got, "Dijmin kete nava bajêr, navçe hemû ketin, li nava bajêr şer dest pê kir."

Şefê meclîsa bajarê Badgîsê Abdul Azîz Beg ji AFP'ê re axivî û piştrast kir ku Talîban ketiye nava bajêr û şer dewam dike.

Abdul Azîz Beg got, "Şeva derbasbûyî berpirsyarên servîsên ewlekariyê yên wîlayetê teslîmî Talîbanê bûn û Talîban jî vê sibehê ketin nava bajêr."

Li nava bajêr şer dewam dike. Hate ragihandin ku nexweşxaneya li bajêr hatiye vekirin û derdora 200 girtî reviyane.

Endamê meclîsa wîlayetê Ziya Gul Habîbî diyar kir ku polîsan midûriyeta emniyetê û buroyên servîsa îstîxbaratê ya Efgan NDS bi dest xistine.

Habîbî got, "Rayedarên wîlayetê xwe li kampeke leşkerî ya li bajêr girtin."

Piştî ku DYE'yê di meha Gulanê de bi rengekî fermî hêzên xwe vekişand, Talîbanê êrişên xwe zêde kir. Tê payin ku vekişîna hêzên DYE'yê rojên bê temam bibe. Talîbanê jî di nava vê demê de serweriya xwe zêde kir. Rojên dawî gelek navçe ketin destê Talîbanê.