Li Nîjeryayê dizê heywanan êriş birin ser gundekî: 18 kes hatin kuştin

Li bakur rojavayê Nîjeryayê kesên çekdar ku weke "çete" tên binavkirin, êriş birin ser gundekî. Di êrişê de herî kêm 18 kes qetil kirin.

Hate ragihandin ku komeke çekdar bi motorsîkletan êriş birin ser gundê Tsaûwa yê navçeya Batsarî ya li eyaleta Katsînayê.

Êrişkaran gule li gundiyan reşandin, malên wan talan kirin û şewitandin.

Li gorî polîsên herêmî, "Çeteyan 18 kes kuştin, kesek birîndar kirin û gundiyek jî hîn winda ye."

Polîsan diyar kirin ku gelek heywan jî hatine dizîn.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, ev êriş ji bo "cezakirina" gundiyên ku hevkarî bi çeteyan re nekiribûn.

Komên krîmînal ku ji aliyê hikumetê ve weke "çete" têne pênasekirin, bi dehan sal in li bakur rojava û navenda Nîjeryayê terorê li gel dikin. Ev çete êrişê dibin ser gundan, heywanan didizin û ji bo fîdyeyê mirovan direvînin.

Baregehên çeteyan jî li daristana Rûgû ye ku li eyaletên Zamfara, Katsîna, Kadûna û Nîjerê yên Nîjeryayê ye.