BI DÎMEN

Berdevka DEM Partiyê: Di 11’ê Tîrmehê de em ê li Silêmaniyê bin

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan anî ziman ku ji bo daxuyaniya gerîla bişopînin ew ê di 11’ê Tîrmehê de li Silêmaniyê bin.

DAXUYANIYA DEM PARTIYÊ

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, li navenda giştî ya partiya xwe têkildarî banga Rêber Apo û geşedanên di rojevê de daxuyanî da. 

Ayşegul Dogan diyar kir ku Tirkiye di qonaxeke dîrokî de ye û got: “Em tenê şahidiya vê pêvajoya dîrokî nakin, her wiha berpirsyartiyeke jiyanî li me bar dike. Ji ber ku em qala jiyana mirovan dikin. Ji bo pêkhatina îxtîmala bidawîbûna şer û pevçûnan em ber qonaxeke girîng ve diçin. Berpirsyartî dikeve ser milê her kesî. Piştî 26 salan me cara ewil ji birêz Ocalan, ji Îmraliyê dîmenek dît. Peyam û daxuyaniyên li pey hev tên dayin jî hene. Eleqeyeke dinyayê ya zêde heye. Demek meseleya Kurd ne tenê meseleya Tirkiyeyê ye. Lewma em di qonaxeke dîrokî de ne. Em di qonaxeke dîrokî ya ku dê sedsala Tirkiyeyê diyar bike de ne. Bi salan me got ku navnîşana çareserî û aştiyeke wekhev, birûmet û mayinde birêz Ocalan e. Me îro ev yek dîsa dît.” 

Ayşegul Dogan anî ziman ku Rêber Apo dixwaze çek bi temamî ji dewrê bên derxistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hewldan û têkoşîna ji bo vê ev bi dehan sala ye didome. Li pey vê qonaxa em gihiştinê ked û têkoşîneke bi dehan sala heye. Di sala 1993’yan de nîvco mabû, îro qada siyasetê careke din berfireh bû û ji bo çek bi temamî ji dewrê dekevin, em qala rûpelekî nû dikin. Divê vê carê nîvco nemîne.” 

Ayşegul Dogan daxuyand ku hewceye qada siyasetê were berfirehkirin û temînata pêvajoyê jî “hiqûq” e. Ayşegul Dogan axaftina xwe wiha domand: “Temînat û pêdiviya hevpar a me tevan, hiqûq e. Lewma jî hiqûq û temînatên têkildarî hiqûqê, bêyî ku hesabên siyasî were kirin divê tavilê bikevin meriyetê. Ji bo vê jî divê tevahiya partiyên siyasî yên koma wan li Meclisê yan jî ne li Meclisê berpirsyartiyê li xwe bigirin. Divê cudahiyên fikrî bidin aliyekî û ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê berpirsyartiyê li xwe bigirin.” 

 Ayşegul Dogan da zanîn ku ew ê di 11’ê Tîrmehê de li Silêmaniyeyê bin û dê torena PKK’ê bişopînin. Ayşegul Dogan destnîşan kir ku wê hevserokên giştî û nûnerên partiyên pêkhateyên partiyê tevli torenê bibin. 

Ayşegul Dogan xwest ku hemû derdor ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi heman hesasiyetê nêz bibin.