Madûro: Li Caracasê 10 paramilîterên Kolombî hatin kuştin

Serokdewletê Venezûelayê Nîcolas Madûro aşkere kir di şerê di navbeyna komeke krîmînal û hêzên çekdar ên Venezûelayê de 10 paramîlîterên Kolombî hatine kuştin.

Madûro diyar kir 20 paramîlîterên Kolombî tevlî perwerdehiya çeteyên krîmînal bûne.

Madûro got, ''Ji 20 paramîlîterên Kolombî bi kêmanî 3 jê tevî çekên xwe me girtin, yên ku wek ku hatine kuştin, nasnameya van tê diyarkirin, hijmara ku dane ber destê min rast e yan na nizanim. Hin jê reviyane em li wan digerin.''

Li gorî Madûro 'krîmînal û terorîstên' ku heftiya bihurî di operasyonên polîs û leşkeran de hatine kuştin ji hêla paramîlîterên Kolombî ve hatine perwerdekirin.

Rayedarên Venezûelayî şemiyê daxuyaniyek dan û gotin li taxên li rojavayên Caracasê di şer de ku du rojan dom kirî 22 'sûcdar'' û 4 hêzên çekdar ên dewletê hatine kuştin.