Talîban: Ji sedî 85’ê Efganistanê me kontrol kiriye-NÛ BÛ

Talîbanê ragihand ku ji sedî 85’ê xaka Efganistanê xistine di bin kontrola xwe de.

Şandeya Talîban li Moskova di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand ku li gelemperiya welat ji 398 navçeyan nêzî 250’î navçe xistine di bin kontrola xwe de.

Ji endamên şandeyê Şahabûddîn Delawar got: “Hemû saziyên îdarî û nexwexaneyên li van herêman xebatên xwe didomîne. Em piştrast bûn ku kar û xebatên xwe bidomînin.”

Delawar diyar kir ku piştî vekişîna DYE’yê ev yek di encama xebatên Talîbanan de pêk hatin û got: “Me têkoşîna xwe kir, gel kişand aliyê xwe. Neçar kir ku DYE ji xaka me bên derxistin.”

Delawar destnîşan kir ku ji bo DAÎŞ li ser xaka Efganistanê xebatan neke, hemû tedbîr girtine û wiha domand: “Em qet rê nadin ku xaka me li dijî cîranên me bên bikaranîn.”

Piştî ku hêzên DYE’yê bi awayekî fermî di meha Gulanê de vekişiya û şûnde Talîban serweriya xaka xwe ya li Rojava heta sînorê Îran, Bakurê Rojhilat jî heta Çînê berfireh kir.

Tevgera Talîbanan îro jî deriyê sînor ê herî girîng ê bi Îranê re Îslam Kale xistin destê xwe.