Sûîqesta li dijî Serokkomarê Haîtî: 4 'leşkerên kirêkirî' hatin kuştin

Hate ragihandin, di êrişa kuştina Serokkomarê Haîtî Jovenel Moîse de ji êrişkaran 4 'leşkerên kirêkirî' hatine kuştin, 2 jî hatine girtin. Li vî welatê ku di krîzê de ye, rewşa awarte hate ragihandin.

Serokkomar Moîse roja 7'ê Tîrmehê ji aliyê yekîneyek komando ve li mala xwe hatibû kuştin. Serokwezîrê demkî Claûde Joseph diyar kiribû ku êrişkar 'biyaniyên bi Îngilîzî û Spanî diaxivîn'.

Polîsên Haîtî êvara Çarşemê bi daxuyaniyekê diyar kirin ku wan heman piştî êrişê dest bi şopandina êrişkaran kirine û li nêzî Port-aû-Prînce dest bi operasyonê kirine.

Midûrê Giştî yê Polîsên Neteweyî yên Haîtî Leon Charles daxuyaniyek da televîzyonê û got, "4 leşkerên kirêkirî hatin kuştin, 2 jî hatin girtin."

Charles got, "Sê polîsên dîl hatin girtin, hatin rizgarkirin." Têkildarî nasnameya êrişkaran an jî sedema êrişê ti agahî nehate dayin.

Li gorî nûçeyên medya xwecihî, li ser cenazeyê Serokkomar Moîse 12 fîşek hebûn, buro û odeya wî jî ji hev hatibûn belavkirin.

Serokwezîr Claûde Joseph li tevahiya welêt rewşa awarte ragihand, erka rêveberiyê jî ji bo 15 rojan dirêj kir.

Li gorî Sefîrê Bilind ê DYE'yê yê li Haîtiyê Bocchît Edmond, êrişkar leşkerên kirêkirî yên 'profesyonel' bûn ku xwe weke berpirsyarên saziya têkoşîna li dijî narkotî ya Emerîkayê didan naskirin.

Karsaz Moîse yê 53 salî sala 2016'an weke Serokkomar hatibû hilbijartin û 7'ê Sibata 2017'an dest bi wezîfeyê kiribû.

Jovanel Moîse roja Duşemê Arîel Henry ku doktor e ji bo serokwezîr wezîfedar kiribû. Serokê hikumeta beriya niha sê mehan jî nekarî li ser desthilatdariyê bimîne.

Haîtî ku welatekî Karabîkê ye, li parzemîna Emerîkayê welatê herî xizan e.