Jin li dijî Talîbanê radihêjin çekê

Li herêmên bakur û navendî yên Efganistanê, bi sedan jinî li dijî vegera rejîma Talîbanê rahiştin çekê. Talîban jî qada xwe ya serweriyê fireh dike.

Dawiya hefteyê li wîlayeta Gur a li navenda welêt, bi sedan jinî çalakiya protestoyî kirin. Li gorî rojnameya The Guardianê, çalakgerên jin li gel pankartan her wiha çek jî hildan.

Ev çalakî weke şêweyek ji nerazîbûna jinan a li dijî gefa li ser mafê jiyan û azadiyê hate şîrovekirin.

Ji çalakgeran Halîma Parastîş ji rojnameya Îngiliz re axivî û got, "Gelek jin amade ne ku biçin qada şer. Ez jî di nav de. Ez û gelek jin amade ne ku biçin şer."

Li gorî rojnameyê, li gel vê daxwaza jinan, muxafazakarên tund ên li nava civakê dikarin li pêşiya jinan bibin asteng ku neçin eniya şer.

Çalakgereke 20 salî ku rojnamevantiyê dike got, "Ti jin naxwaze şer bike. Ez bi xwe dixwazim perwerdeya xwe dewam bikim û dûrî tundiyê bim. Lê belê şert û mercên heyî zor da me ku em jin rabin ser piyan."

Têkildarî şertên heyî jî çalakgerên jin bal kişand ser kiryarên şerîatê yên Talîban li qadên lê ye ferz dike.

Talîban jî serweriya xwe fireh dike ku ev jî fikaran zêde dike. Ev jî dibe sedem ku gelek jin ji navçeyên di kontrola Talîbanê de ne birevin û rahêjin çekê.