Li Kanadayê yekemcar jineke xwecihî bû Waliya Giştî

Li Kanadayê Mary Simon a ji xelkê Înûît ê xwecihî ji bo wezîfeya walîtiya giştî hate tayînkirin, ku bi vê wezîfeyê wê Qralîçe Elîzabeth a 2'emîn temsîl bike.

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau ragihand ku Mary Simon weke waliya giştî tayîn kiriye. Rojanemay Le Presse got, "Kanada bû xwedî waliyeke giştî ya xwecihî."

Li gorî Radio Canada, Simon a 73 salî dema ku sond xwar wê ji dema avabûna Federasyona Kanadayê ya beriya 154 salî û vir ve bibe xwecihiya destpêkê ya ku monarşiyê temsîl dike.

Qralîçe Elîzabeth ku di fermiyetê de Serokdewleta Kanadayê ye, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ew ji ber vê tayînkirinê kêfxweş e.

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau got, "Welatê me piştî 154 salan qonaxeke dîrokî derbas dike."