OHD: Divê girtiyê nexweş Devrîm Ayik bê berdan
OHD'ê ji bo girtiyê nexweş Devrîn Ayik li ber Girtîgeha Antalyayê daxuyanî da û daxwaza berdana girtiya nexweş Ayik kir.
OHD'ê ji bo girtiyê nexweş Devrîn Ayik li ber Girtîgeha Antalyayê daxuyanî da û daxwaza berdana girtiya nexweş Ayik kir.
Nûnertiya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Antalyayê, ji bo ji girtiyê nexweş Devrîm Ayik ê li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê tê ragirtin û rewşa wî giran e, li pêşiya girtîgehê daxuyanî da. Tevî parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Bedlîsê Semra Çaglar Gokalp, dayika Ayik Hulya Ayik û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.
Parêzer Şuheda Ronahî Çîftçî ya ku daxuyanî da û diyar kir ku jiyana Ayik di bin xetereyê de ye û mercên girtîgehê ji bo tedawiyê ne guncav e. Şuheda Ronahî Çîftçî li dijî redkirina serlêdanên ji bo tehliyeya Ayik hatine kirin bertek nîşan da û wiha axivî: “Tedawiya Ayik bi awayeke bêhiqûqî ji aliyê Lijneya Tenduristiyê ve hatiye astengkirin. Ev biryar bê exlaqî ye, li ne hiqûqî ye û cezayeke raste rast e. Ev biryar, ‘binpêkirina mafê jiyanê’ ya Destûra Bingehîn e.”
Şuheda Ronahî Çîftçî ji bo rewşa bangî saziyê têkildar kir û got: “Di rewşa Ayik de ev kiryarên dermirovî bi awayeke sîstematîk rewa tê dîtin em bang dikin ku em ê nebin şîrikê vî sûcî û vê rewşê qebûl nekin. Bi hezaran girtî û hikûmxarên nexweş jiyana wan di xetereyê de ye û bi awayeke bêdeng mehkûmê mirinê hatine kirin. Divê Ayik tavilê bê berdan û bêyî astengî bigihîje mafê tedawiyê.”
Parlamentera Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Bedlîsê Semra Çaglar Gokalp û dayika Ayik Hulya Ayik jî xwestin Devrîm Ayik bê tehliyekirin.