Serokkomarê Haîtî bi êrişa çekdarî hate kuştin

Serokkomarê Haîtî Jovenel Moîse vê sibehê di encama êrişeke çekdarî de hate kuştin.

Serokwezîr Calûde Joseph diyar kir ku Serokkomar Moîse sibeha 7'ê Tîrmehê ji aliyê "yekîneyeke komando ya biyanî ve li mala xwe hate kuştin."

Di êrişê de hevsera serokkomar birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. Serokwezîr diyar kir ku polîs û artêş wê pergalê bi cih bîne.

Serokwezîr "êrişa barbar û li derveyî mirovahiyê" şermezar kir û anî ziman ku ewlekariya welêt "kontrolkirî" ye.

Jovanel Moîse roja Duşemê Arîel Henry ku doktor e ji bo serokwezîr wezîfedar kiribû. Serokê hikumeta beriya niha sê mehan jî nekarî li ser desthilatdariyê bimîne.

Haîtî ku welatekî Karabîkê ye, li parzemîna Emerîkayê welatê herî xizan e.