Lîtvanya têlan datîne ser sînorê Belarûsê

Lîtvanya ji bo pêşî li pêla koçberan a ji Belarûsê bigire, têlan datîne ser sînor. Rayedaran gotin, di demeke nêz de wê dîwarekî rasteqîn lê bê danîn.

Lîtvanya ji bo pêşî li pêla koçberên ji Efrîka û Rojhilata Navîn bigire, têlan datîne ser sînorê xwe yê bi Belarûsê re. Her wiha plan dike ku dema bê dîwêr jî lê bike. Tê gotin, hejmara koçberan mehên dawî gelekî zêde bûye.

Rayedarên ewlekariya sînor ên Lîtvanyayê diyar kirin ku ji destpêka sala 2021'ê ve 1500 koçber bi rêyên qeçax derbasî welêt bûne. Ev hejmar par 81 bû. Lîtvanya ku nifûsa xwe 2,8 milyon e, diyar dike ku ne di wê astê de ye ku karibe hejmareke ewqasî zêde ya penaberan rake.

Hikumeta Lîtvanyayê, ji pêla koçberan Belarûsê berpirsyar dibîne. Diyar dike ku Belarûs sînorê xwe vekirî dihêle û destûrê dide ku mirov derbas bibin.

Serokdewletê Belarûsê Aleksandre Lûkaçenko diyar kir ku welatê wî wê sînorê xwe negire, lê belê ji kesên ji Îran, Efganistan, Iraq, Sûriye, Lîbya û Tûnisê bên re jî nebe kamp.

Lûkaçenko got, "Em ê kesî ranewestînin, armanc ev der nîne. Dixwazin biçin Ewropa ya ronî, germ û rehet."

Têkiliyên navbera Lîtvanya û Belarûsê dema dawî bêhtir aloz bû. Muxalefeta Belarûsê bi giranî reviya ye Lîtvanyayê.