Serokkomarê berê yê Efrîkaya Başûr teslîm bû

Li Serokkomarê berê yê Efrîkaya Başûr Jacop Zûma 15 meh cezayê girtîgehê hatibû birîn. Zûma piştî ku dît ew ê nikaribe ji vî cezayî bireve, teslîmî polîsan bû.

Dadgeha Bilind xwestibû Jacob Zûma di navbera salên 2013-2018’an de di dema serokkomariya wî de derbarê sûcdariyên nelirêtiyê îfadeyê bide. Ji ber ku Zûma îfadedayîn red kiribû, bi hinceta ku heqaret li Dadgeha Bilind kiriye, cezayê girtîgehê yê 15 mehan lê hatibû birîn.

Piştî vê biryara ku roja Înê hatibû dayîn, 3 roj dabûn Zûma.

Zûma teslîm red kiribû û baweriya xwe bi ‘mertalên zindî’ anîbû ya ku li dora mala xwe ya li eyaleta Kwazûlû Natalê tevî alîgirên xwe ava kiribû. Di heman demê de ji bo betalkirina cezayê girtîgehê serî li Dadgeha Bilind û Dadgeha Makeqanûnê jî dabû.

Tê payîn ku Dadgeha Bilind roja Înê biryara xwe bide. Wê Dadgeha Makeqanûnê jî di heman rojê de biryara xwe ya ji bo serlêdanê bide.

Dema ku hewl dan bi ser neket, Zûma teslîmî polîsan bû. Herçiqas nehatibe zanîn çima Zûma fikra xwe guherandiye jî ji Zûma wekî biçûkxistin û ji bo demokrasiyê jî wekî serkeftin hate dîtin.

Derbarê Zûma ji ber di salên 1990’î de çek firotine, li gelek dadgehan dozên derbarê nelirêtiyê hene.