Leşkerên kirêkirî yên 'erzan' ji Kolombiyayê belavî cîhanê dibin

Leşkerên ku bi sedemên cuda ji artêşa Kolombiyayê vediqetin, ji ber zîrektiya xwe ya di şerê nepergalî de weke hêza kar a erzan li gelek deverên cîhanê weke leşkerên kirêkirî têne xebitandin.

7'ê Tîrmehê piştî ku Serokkomarê Haîtî Joevenel Mosîe li mala xwe hate kuştin lêpirsîn hate destpêkirin û li gorî vê bi kêmanî 26 Kolombiyayî tevlî suîkastê bûne. Ji van bi kêmanî 2 jê ji hêla hêzên leşkerî yên Haîtî ve hatin kuştin, 15 jê hatin girtin.

Rayedarên Kolombî bi lezgînî daxuyandin ku ji van bi kêmanî 17 jê endamên berê yên artêşa Kolombiyayê ne.

Ev agahiyên ku bi kuştina Moîse re derketin holê bala mirovan kişande ser van leşkerên berê yên li nav bazaran leşkerên kirêkirî yên qada navnetewî.

Li gorî lêkolînê rûdanên krîmînal ê ji Zanîngeha Îllîonîsê ya Chîcagot ku ji AFP'ê re axivî, got, ''Li Kolombiyayê di şerê bêpergal de tecrûbeyeke zêde heye (...) Leşkerê Kolombiyayî têne perwerdekirin, tecrûbeya xwe ya şer heye û her wiha hêza erzan a kar e.''

Li Kolombiyayê ku nifûsa xwe 50 milyon e bi dehan sal in li dijî gerîla şerekî gemarî heye. Li welêt 220 hezar leşker hene û ji ber vê weke ''hawiza leşkeran ku naqede'' tê binavkirin.

Her sal bi hezaran leşker ji ber sedemên cuda ji artêşê vediqetin.

Serokê Komeleya Efserên Artêşê yên Malnişîn ê Kolombiyayî Serheng John Marulanda got salê bi kêmanî 10 10 hezar leşker ji artêşê vediqetin.

Marulanda got leşkerên ku ji artêşê vediqetin piranî ciwan in, perekî kêm didin wan.

Li gorî Marulan leşkerên Kolombiyayî ku li Haîtî guman ji wan tê birin, mînakeke 'tîpîk ' e ku ji hêla şîrketên taybet ve li derveyî welat ji bo operasyonan têne bikaranîn.

Rayedarên Kolmbî diyar kirin ku ew derheqê çar şîrketan ku têkilî operasyona li Haîtî bûne xwedî agahiyan in lê zêdetir agahî nedan.

Hevjîna yek ji Kolombiyê ku  li Haîtî hate girtin ji medyayê re axivî û got şîrketeke biyanî mehane 2700 dolar dida hevserêw î. Hate diyarkirin leşkerê navborî 2019'an ji artêşê veqetiyaye û dema ku leşker bû ji kuştina sivîlekî lêpirsîn li ser hatibû vekirin.