Li Caracasê şerê polîs-çeteyan: 26 kes mirin

Li rojavayê paytexta Venezûela Caracasê, polîs û çete du roj in bi hev ketine. Di vî şerî de 26 kes mirin.

Li gelek taxên Caracasê operasyon hate lidarxistin. Operasyona li taxa bi navê Cota 95'an bi beşdariya 2500 polîsî pêk hat.

Di şer de ku du rojan dewam kir, çekên giran jî hatin bikaranîn. Roja Pêncşemê lîderê çete yê bi navê 'El Kokî' jî di nav de der barê gelek lîderên çete de biryara girtinê hate dayin.

Çeteya COta 95 hewl da ku nehêle polîs têkeve taxan û trafîk asê kir.

Wezîrê Karên Hundir Carmen Melendez li ser Twitterê daxuyaniyek da û diyar kir ku 20 hezar muhîmat, sê roketavêj, 26 tiving ku çar jê bi tîpa FAL, çar tivingên otomatîk, sê bombeyên destan û şeş debance hatine dîtin. Hate ragihandin ku laboratûwara hilberîna narkotîkê jî hatiye belavkirin.

Wezîr Melendez ji televîzyona Venezûelayê re axivî û diyar kir ku 'cebilxaneyeke şer a leşkerî' ya ji welatên cuda hatiye anîn, hatiye dîtin.

Serokdewlet Delcy Rodriguez jî anî ziman ku sê 'paramîlîter'ên Kolombiyayî hatine girtin.