Bilûrvanê navdar ê Ermen Ciwan Gasparyan koça dawî kir

Bilûrvanê navdar ê Ermen Ciwan Gasparyan ku 92 salî bû, li Erîwanê koça dawî kir.

Neviyê Gasparyan ragihand ku bilûrvanê navdar koça dawî kiriye.

Gasparyan 12'ê Cotmeha 1928'an li gundê Solakê yê herêma Kodaky a Ermenistanê ji dayik bû.

Ji ber ku dayika wî di temenê ciwantiya wî de jiyana xwe ji dest da, zarokatiya wî bi zor û zehmetî derbas bû. Bavê wî tevlî Şerê Cîhanê yê Duyemîn bû. Ji ber vê yekê jî li sêwîxaneyê mezin bû.

Gasparyan hîn 6 salî bû rahişt bilûrê. Sala 1947'an ji bo konserekê çû Moskowayê. Piştî ji konserê vedigere, Stalîn saetek bi markaya 'Pobeda' diyarî wî dike.

Gasparyan sala 1956'an xelata xwe ya destpêkê stand. Sala 1959'an li Festîvala Navneteweyî ya 4'emîn a UNESCO xelata zêrîn wergirt.

Gasparyan sala 1962'an di heman pêşbirkê de vê carê xelata zîv stand û sala 1973'an madalya bronz stand.

Ciwan Gasparyan sala 1973'an nîşaneya Hunermendê Gel ê Ermenistanê wergirt.

Kariyeta navneteweyî ya Gasparyan sala 1988'an dest pê kir. Fîlmên 'Banga dawî ya li gunehê', 'Gladyator', 'Sîrana' û Elmasa bi xwîn" muzîk ji gelek fîlman re çêkir.

Di temenê xwe de zêdeyî 20 albûm çêkir. Gasparyan zêdeyî hezar muzîkên bilûrê qeyd kir û nêzî 20 hezar konser da.

Koça dawî ya Gasparyan li Ermenistan, Dîaspora Ermenî û ji bo bilûrvanan weke windahiyeke mezin tê dîtin.