Li bakurê Ewropayê germahiya zêde

Li bakurê Ewropayê hewa di asta rekorê de germ bûye. Hezîran li gelek herêmên Fînlandiya û Swêdê bûye meha herî germ.

Li bakurê dûr ê vê parzemîna extiyar, hewa gelekî germ bûye. Ev germahî, pêla germê ya zêde ku bandor li Kanadayê kiriye tîne bîra mirovan.

Li herêma Kevo ya li bakurê Fînlandiyayê, germahî roja Yekşemê 33.5 pile bû. Ji sala 1914'an û vir ve pileya herî bilind a germahiyê ye ku li vê herêmê rû dide.

Meha Hezîranê ya îsal li Fînlandiyayê ji sala 1844'an û vir ve meha herî germ e.

Li paytexta Swêd Stockholmê jî bi asta 19.3 pileyî germahiya herî zêde ya meha Hezîranê hate pîvandin. Di asta neteweyî de Hezîrana 2021'ê piştî sala 2018 û 2019'an Hezîrana herî germ e.

Li Norwêcê jî li herêma Saltdalê roja Yekşemê hewa bi 34 pileyî germ bû.

Di raporekê de ya meha Gulanê hate weşandin, hate ragihandin ku Arktîka bi sê qatî zêdetir germ dibe.