Bavê dilşewat ku Tirkiyeyê malbata wî kuşt: Ev çi Îslamiyet e?

Bavê dilşewat, ku par mîna îro balafirên şer ên Tirk bombe li mala wî ya li Şehbayê barandin û ji ber vê bomberdûmanê, heman bêjin hemû ferdên malbata wî jiyana xwe ji dest dan, piştî salekê axivî.

Operasyona dagirkirkirina Bakurê Sûriyeyê, ku dewleta Tirk 24'ê Tebaxa 2016'an dest pê kir, li Exterîn, Raî, Marê, Ezaz û Babê bi rê re ve çû.

Dewleta Tirk, ji destpêka operasyona dagirkirinê ve li ser 'lêdana li DAIŞ'ê pesên xwe dida. Lê piştî demeke kin derkete holê, ku ev daxuyaniyên wê şov in û DAIŞ ji Cerablûsê û pê ve xwe vekişandiye û herêm yekser radestî Tirkiyeyê kiriye. Piştî şerekî heta wextekê yê li Babê, di encama lihevkirinê de Bab jî radestî Tirkiyeyê hate kirin.

Lê belê, di operasyona dagirkirinê de ti carî zerar li DAIŞ'ê nehate kirin. Fatûreya vê operasyona dagirkirinê ya navê 'Mertala Firatê' lê hate kirin, li sivîlên li Şehbayê bi taybetî li Kurdan hate birîn. Artêş û çeteyên dewleta Tirk, ji Cerablûsê û pê ve bi top, tank û balafirên şer li sivîlan dan.

Yek ji van komkujiyan jî par îro, yanî di 8'ê Cotmeha 2016'an de li gundê Toybux ê li navbera Raî û Ezazê rû da. Tevî ku li derdorê çeteyekî bi tenê yê DAIŞ'ê tinebû, di nava rojê de bi balafirên şer bombe li mala malbatekê hate barandin. Ji heman malbatê 11 kesî jiyana xwe ji dest dan, ku 8 jê zarok bûn. Îmam Şêxo Hamo, piştî vê komkujiyê ji aliyê birayê xwe ve ji binê xirbe hate derxistin. Di vê komkujiyê de 2 hevser, 8 zarok û apekî Hamo jiyana xwe ji dest dan.

Îmam Şêxo Hamo, bi ferdên mayî yên malbatê, hê jî li gundê Toybux ê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin dijî û bi ajokariya TIR'ê, ji Cizîrê mazotê dibe Şehbayê. Hamo, piştî salekê qala komkujiya bi destê dewleta Tirk ve hate kirin, kir.

Bavê dilşewat gelekî bi hêrs e ku heta niha hê hesabê komkujiyê nehatiye pirsîn û wiha axivî:

'LI DAIŞ'Ê NEDAN, DAIŞ'Ê XWE VEKIŞAND'

"Li DAIŞ'ê nexistin, tiştek bi DAIŞ'ê nekirin. Em roja Înê hatin, me mala xwe da hev. Em ê biçûna binê daran. Saet di 10:00 de lê dan. Ne DAIŞ ne jî tiştekî din hebû. DAIŞ'ê xwe ber bi Eşrefê ve vekişandibû.

Hefteyek beriya bi balafiran li mala me bixin, top diavêtin. Yên di wê demê de reviyan ji xwe reviyan, hinekî jî man. Em jî li mala xwe rûdiniştin. Ji ber ku jêrzemîna mala me hebû, em ji topbaranê neditirsiyan. Lê belê bi balafirên şer li me dan. Em qet li vê nefikirî bûn. Qaşo Şerîata Îslamê ye û em jî Îslam in.

'11 CANÊN MIN JI DEST ÇÛN'

Îsraîlên tiştekî wiha nekir. Dema ku Îsraîlê li hemberî Hîzbûllahê şer dikir, em jî li wir dixebitîn. Balafirên şer ên Îsraîlê, heta ku malbatek ji ser pirê derbas bû, li wê pirê nexist. Balafirê 3 caran xwe berda, lê heta ku ew malbat derbas nebû, bombe li pirê nebarand.

Lê yê me, yekser hatin li me dan. Tu çima tê û bombeyan li xaniyê min dibarîne. Ji bo çi? Di xaniyê min de çend endamên DAIŞ'ê mirin? 11 canên min ji dest çûn. Gelo te endamekî bi tenê yê DAIŞ'ê dît?

Çi gunehê min heye? Ev bû dehan sal ku ez dixebitim, ji bo nebim hewcedarê kesî. Te li min da. Piştî 50 salî çi ji destê min tê? Ka ez ê 8 zarokên xwe ji ku bînim?

Çi dikarim bikim? Ez dixebitim û mehê ancax hefteyekê diçim mala xwe. Diçim mala xwe, nikarim derkevim derve jî. Derdora min hebû bûye xirbe, her tişt xera bûye. Ez berê xwe bidim kîjan alî, zarokên min tên pêş çavên min. Tayyîp tu çima bombeyan li avahiya min dibarîne? Ne li dora min DAIŞ heye, ne jî navendeke leşkerî, ne artêşa azad. Tu çima bombeyan li avahiya min dibarîne?

'ME HEFTEYEKÊ NEKARÎ MIRIYÊN XWE JÎ DERXÎNIN'

Hatin û bombe li avahiya min barandin. Eger tu li şûna min be, tu yê çi bike? Bila zarokê Erdogan be, bê ew ê çi bike? Bila zarokekî xwe bide, bê çi dibe. Ji malbata min 11 kes çûn, ku 8 jê zarok bûn. Xwezî hemû malên min biçûya, lê zarokên min neçûna. Zarokê min ê biçûk 2 salî bû. Çi gunehê wan zarokan hebû? Xwezî hemû malên min bişewitiya, lê tiştek bi zarokên min nehata.

Îbnî Haram ê ku ji bo lêdana balafirê îstîxbarat da kî ye? Xwezî ez bi wê zanibim. Madem tu ji bo şerîata Îslamê dixebite, tu çima tê bombeyan li mala min dibarîne? Gelo Şerîata Îslamê ev e?

Û xwedî endamekî DAIŞ'ê bimire, ev ne pirsgirêk bû. Li derdorê ne DAIŞ, ne jî kesekî din hebû. Yek jî nehat û nepirsî, bê çi bi me bû. Ez îro 50 salî me. Bi TIR'ê diçim mazotê.

Lê dan, li 8 zarok û hevsera min a 6 mehan ducarî dan. Lê dan, ez jî di binê axê de me. Destê zaarokê min li ser min e, lê me nekarî wan derxînin. Xwezî me derxistibûya hingî. Dibe ku 2-3 sax bûna. Gelo Şerîata Îslamê ev e?

Zêdeyî saleke ez vê ji her kesî re dibêjim, lê kes guh nadê. Çi ji destê me tê? Îro bû salek, ku dibêjim. Ev saleke dixebitim. Hîn nizanim kesê ku ji bo bombekirina mala min îstîxbarat daye, kî ye. Bila ew jî zarokekî xwe ji dest bide.