Di Bagera Cizîrê de 8 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Di Pêngava Bagera Cizîrê de li her sê baskan pêşveçûna şervanên QSD’ê dewam dike. Di şer de 8 çete hatin kuştin.

Pêngava Bagera Cizîrê bi hemû leza xwe didome. Li baskê Siwerê ji saetên sibehê ve li gundê Wesîha yê dikeve başûrê bajaroka Siwerê di navbera şervanên QSD′ê û çeteyên DAIŞ′ê de şer didome û nîvê gund hatiye rizgarkirin. Li gund di şerê heta niha de 4 çete hatine kuştin. Li gel cenazeyên çeteyan 2 BKC, çekek B7 û 2 keleş ketin destê şervanan.

Li baskê Mergeda jî pêşveçûna şervanan didome. Ji saetên piştî nîvro ve şervan 9 km pêşve çûn, di şerê li vî baskî qewimî de jî 4 leşker hatin kuştin.

Her wiha li baskê Cezra jî di navbera şervanan û çeteyan de şer didome.