Tirkiye û El Nûsra li ser Îdlibê li hev kirin!
Dewleta Tirk bi Cephet El Nûsra re, ku bi navê Heyet Tehrîr El Şam tê naskirin, li hev kir.
Dewleta Tirk bi Cephet El Nûsra re, ku bi navê Heyet Tehrîr El Şam tê naskirin, li hev kir.
Rayedarên Tirk îdîa dikin, ku komên çete yên Mertala Firatê wê êrîşeke berfireh bibin ser nuqteyên Heyet Tehrîr El Şam (El Nûsra) û ev yek jî wê di çarçoveya peymana herêmên kêmkirina şer a navbera Rûsya, Îran û Tirkiyeyê de bê kirin.
Çavkaniyên leşkerî yên li Îdlibê dibêjin, dewleta Tirk bi Cebhet El Nûsra ku navê xwe kiriye Heyet Tehrîr El Şam, li hev kiriye. Çavkaniyên ji ANHA'yê re axivîn anîn ziman, ku berî 2 rojan di navbera Tirkiye û çeteyên El Nûsra de hevdîtin hatiye kirin û di vê hevdîtinê de li hev kirine.
Hat ragihandin, ku di vê hevdîtinê de li hev hatiye kirin ku Heyet Tehrîr El Şam sê nuqteyên navbera Efrîn û Îdlibê, Darît Îze û gundên wê bêyî şer bike radestî artêşa Tirk bike. Di çarçoveya amadekirina vê planê de, çeteyên bi navê Îbîn Temîma roja 2'ê Cotmehê ji aliyê çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ve ji aliyê Darît Îze hatibûn derxistin. Xuya ye di dema rûdana vê bûyerê de plana tifaqa navbera Tirkiye-El Nûsrayê ketiye meriyetê. Bajarokê Darît Îze, li ser sînorê Efrînê ye û çete ji vê derê êrîşî gundên Efrînê dikin.
TIFAQA EL NÛSRA Û TIRKIYEYÊ NÛ NÎNE
Ev peymana navborî, ji bo dagirkirina herêma Îdlibê ji aliyê Tirkiyeyê ve hate kirin. Beriya niha gelek caran di navbera Tirkiye û çeteyên Heyet Tehrîr El Şam de peyman hatibûn mohrkirin û belgeyên vê yekê derketibûn holê.
Sala 2016'an, Generalê Rûs Sergeî Rûdskoy, li ser desteka dewleta Tirk a ji bo komên çete yên li Sûriyeyê rapor amade kiribû. Di raporê de hatibû ragihandin, ku dewleta Tirk her roj bi çeteyên El Nûsra re tevdigere.
Dewleta Tirk, sala 2012'an çeteyên Cebhet El Nûsra û hin komên din ên çete ji sînor derbasî nava Sûriyeyê kiribû û bi destê van komên çete êrîşên hovane li dijî gelê Sûriyeyê kiribû.
Her wiha çeteyên El Nûsra û DAIŞ'ê yên birîndar li Tirkiyeyê dihatin dermankirin. Dewleta Tirk, ji bo fînansekirina çeteyan, deriyên xwe yên sînor li çeteyan vekiribû.