Cenazeyê 6 şehîdên Dêra Zorê bi merasîmekê hatin veşartin

Welatiyên Dêra Zorê cenazeyê 6 şervanên YPG’ê yên di pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Xidir Hemad a bajaroka Ebû Xeşeb a li rojhilatê Çemê bi merasîmekê veşartin.

Welatiyên Dêra Zorê cenazeyê şervanê YPG’ê Ebûd El-Şeref (Hogir), Memed Şelal (Murad), Silêman Merwan (Botan), Ebdela El-Şêx (Goran Cerzra), Ebdulhemîd (Umran Cezra) û Xelef El-Hisên (Baz Cezra) yên di pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûne, ji nexweşxaneya Hesekê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi bajaroka Ebû Xeşeb ve derketin rê.

Dema karwanê cenazeyan gihişt rêya ketina goristanê, welatiyan cenazeyên şervanan li ser milan kirin û bi dirûşmeyan heta goristanê meşiyan. LI goristanê merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre  Hevserokê Meclîsa Dêrazorê ya Sivîl Xesan Yûsif axivî û destpêkê sersaxî ji malbatên şehîdan û hemû gelê herêmê re xwest û got ku bi ked û tekoşîna şehîdan xaka welat ji çeteyan tê rizgarkirin.

Yûsif di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser rewşa biratiya gelan û jiyana hevbeş a li Bakurê Sûriyeyê û wiha dom kir: “Li ser vê xakê xwîna welatiyên Kurd, Ereb, Suryan û hemû pêkhateyên din tevlî hev dibe. Ev nîşaneya herî berbiçav a biratiya gelan û jiyana hevbeş a li herêmê ye.”

Yûsif bang li hemû welatiyên Dêra Zorê kir ku tevlî Meclîsa Dêra Zorê ya Leşkerî ya di bin banê QSD’ê de bibin û di şerê li dijî çeteyan de cih bigirin.

Di berdewama merasîmê de Endama Fermandariya YPJ’ê Rojînda Firat jî axivî û destpêkê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got ku şervanên azadiyê ji bo rizgakirina gelê herêmê canê xwe feda kirine û soza şopandina riya şehîdan da.

Di merasîmê de her wiha endama Saziya Malbatên Şehîdan Ayşe Elî axivî û got ku şervan ji bo hezkirina herêmê û rizgarkirina welatiyan canê xwe feda kirine û wiha dom kir: “Şehîdên me jiyana azad a dûrî koletiyê ji me re diafirînin, em ê heta dawî minetdarên wan bibin, em soz didin ku em ê heta dawiyê riya wan bişopînin.”

Piştî ku axaftin bi dawî bûn, sicîla şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên şervanan  spartin axê.