ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
5 çeteyên ku dixwestin ji Reqayê birevin hatin kuştin
Komeke çeteyên DAIŞ’ê dema ku dixwestin li bakurê bajarê Reqayê birvevin, ji aliyê şervanên QSD’ê ve bi operasyoneke taybet ve hatin kuştin. -
Komxebata KNK-Rojava: Divê kongreya neteweyî roj berî rojekê were lidarxistin
Beşdarên tevlî Komxebata KNK-Rojava bûne, banga lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê kirin. -
Cenazeyên 2 şervanên QSD’ê li Girê Spî hatin veşartin
Cenazeyên 2 şervanên QSD’ê yên di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbûn li Girê Spî hatin veşartin. -
Barzanî ji DYA’yê re: Xeyalên me şikestin
Ji ber ku DYA’yê ji bo referandûma li Başûrê Kurdistanê gotibû ‘Em nas nakin’ PDK’ê nerazîbûn nîşan da. Di daxuyaniya nivîskî de ya ku ofîsa Barzanî weşandiye ji DYA’yê re tê gotin, “We xeyalên me şikandin.” -
Balefirên rejîma Sûriyeyê li bajarê Ebû Kemalê sivîl bomberdûman kir
Balefirên rejîma Sûriyeyê li Ebû Kemalê ya bi ser Dêrazor qetlîamek kir. Ji ber bomberdûmanê zarok û jin tê de 12 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. -
Pêngava Bagera Cizîrê: 3 gundik hatin rizgarkirin, 10 çete hatin kuştin
Li başûrê bajaroka Siwerê şervanên QSD`ê 3 gundik rizgar kirin û 10 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin. -
YPG nasnameya 9 şervanên xwe eşkere kir
YPG’ê nasnameya 9 şervanan eşkere kir ên ku di navbera 24’ê Îlonê û 1’ê Cotmehê yên li Reqa û Dêrazorê jiyana xwe ji dest dane. -
Di Pêngava Reqayê de 12 çeteyên din hatin kuştin
Di pêngava Reqayê de 12 çeteyên din hatin kuştin, cenazeyên 3 çeteyan ket destê şervanên QSD’ê. -
Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê di roja 2. de ye
Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê, ku ji aliyê KNK'ê ve tê organîzekirin, di roja duyemîn de bi axaftinan dewam dike. -
Li gundê Keber ê Dêra Zorê 5 çete hatin girtin
Li gundê Keber ê li rojavayê Dêra Zorê, 5 çete bi saxî ketin destê şervanên QSD'ê, ku yek ji van serçete ye. -
Pêngava Reqayê: Li navenda bajêr 19 çete hatin kuştin
Di şerê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê yê li navenda bajêr de, 19 çete hatin kuştin her wiha 15 sivîl jî hatin rizgarkirin. -
Komxebata KNK-Rojava wê sibê bidome
Di Komxebata KNK-Rojava de, piştî nîqaşên li ser rakirina astengiyên li pêşiya kongreya neteweyî, rûniştina îro bi dawî bû. -
‘Divê Kongreya Neteweyî têkeve meriyetê’
Di nîqaşên Komxebata KNK-Rojava de bal hat kişandin ser vî tiştî ku gelê Kurd di pêvajoyeke krîtîk de ye û divê Kongreya Neteweyî bi lez û bez têkeve meriyetê. -
Koç: Dem hatiye ku em deriyên xwe ji bo destwerdanên derve bigirin
Hevseroka KNK’ê Nîlûfer Koç di Komxebata Rojava de axivî û wiha got; “Dem hatiye ku em deriyên xwe ji destwerdanên ji derve re bigirin.” -
Gabar: 300 leşkerên rejîma Sûriyeyê xwe spartin QSD’ê
Ûmîd Gabar yê ku yek ji Fermandarên QSD’ê ye, ragihand ku 300 leşkerên rejîma Sûriyeyê xwe spartine QSD’ê. -
Banga xwerêxistinkirinê li gelên Reqayê hate kirin
Şêxê Eşîreta Mernediyayê Hesûn Taha bang li gelên Reqayê kir ku bila derbasî qadên rizgarkirî bibin û xwe birêxistin bikin. -
Komxebata KNK-Rojava: Pêdiviya Kurdan bi yekîtiyê heye
Komxebata KNK-Rojava berdewam dike. Di axaftinên komxebatê de hate gotin pêdiviya Kurdan bi yekîtiyê heye. -
Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê dest pê kir
Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê, ku bi pêşengiya KNK'ê tê lidarxistin, bi beşdariya 170 delegeyî dest pê kir. -
Cebilxaneyeke çeteyan kete destê şervanan
Şervanên QSD'ê di Pêngava Bagera Cizîrê de her bi pêş ve diçin. Şervanan li herêma Mergedayê, depoyeke ji cebilxaneya çeteyên DAIŞ'ê bi dest xistin. Li Siwerê jî wesayiteke zirxî bi destê şervanan ve ket. -
Li Reqayê şerê dijwar rû dide
Şervanên QSD’ê li taxa Kurdan a Reqayê 20 sivîl ji çeteyan rizgar kirin, 3 çete bi saxî jî dîl girtin. -
Bagera Cizîrê: Gundê Kobar hat rizgarkirin, rejîm êrîşî QSD’ê kir
Di Pêngava Bagera Cizîrê de gundê Kobar ê Dêra Zorê hate rizgarkirin. Hêzên rejîmê jî ji hewa ve êrîşî QSD’ê kirin/ -
Li Helebê tûgaya yekemîn a leşkerî ya YPG’ê hate ava kirin
YPG’ê li Helebê tûgaya yekemîn a leşkerî ava kir. -
Rewşa sivîlên li Reqayê çawa ye?
Her kes meraq dike sivîl çawa bi DAIŞ’ê û li Reqayê de dijîn. Ev bû zêdeyî sê meh in ku çeteyan xelkê Reqayê dîl girtine, sivîl neçar in ji ber fermana DAIŞ'ê. Ji ber ku li gorî DAIŞ’ê kî ji nav DAIŞ'ê derbikeve tê wateya ku ji olê dûr ketine. -
Li Reqayê şer didome, 35 sivîl hatin rizgarkirin
Şervanên QSD’ê li taxa Kurdan a Reqayê 13 çeteyên DAIŞ’ê kuştin. 35 jî sivîl hatin rizgarkirin. -
YPG: Artêşa Tirk jineke ducanî kuşt
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê derbarê êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên bi ser Rojava de daxuyaniyeke niviskî da. YPG’ê got di van êrîşan de jineke du canî kuştiye.