Li Dêra Zor 20 hezar sivîl hatin rizgarkirin

Şervanên QSD’ê li Dêra Zorê 20 hezar sivîl rizgar kirin. Di nava sivîlan de 2 zarokên biçûk ji ber nebûna ava vexwarinê jiyana xwe ji dest dan.

Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de, îro 20 hezar sivîlên Dêra Zorê û gundên derdorê wê ji aliyê şervanên QSD’ê ve hatin rizgarkirin.

Li cihê pêwazîkirina sivîlan ji ber tunebûna avê, 2 zarokên ku temenê wan  2 salî bûn, jiyana xwe ji dest dan.

Sivîlên Dêra Zorê yên hatîn rizgarkirin  bang li rêxistinên naveteweyî û mirovahî kirin û wiha gotin ”Em li çolên Dêra Zorê ji ber nebûna avê em dimirin. Di  nava vê toz de em tiştek naxwazinî tenê avê dixwazin”.