Li Amûdê şîna Mam Celal tê girtin
Li Amûdê gel û hemû sazî diçine ser Konê Şînê yê Mam Celal. Her kes xwediyê kon e û her kes sersaxiyê ji hev re dixwazin. Ji her devera herêma Cizîrê gel berê xwe dide vî konî.
Li Amûdê gel û hemû sazî diçine ser Konê Şînê yê Mam Celal. Her kes xwediyê kon e û her kes sersaxiyê ji hev re dixwazin. Ji her devera herêma Cizîrê gel berê xwe dide vî konî.
Dibêjin koçberkirin pir zor e lê ku ev koça kesayeteke wek Mam Celal be, helbet pir zortir û zehmetir e.
Koçkirina Mam Celal li seranserî Kurdistanê tehl bû. Rojavayê Kurdistanê jî ji vê tehilbûnê ne bê par bû.
Li Xweseriya Demokratîk bi fermî sê rojan reş girêdanê destpêkir û konê sersaxiyê li Kobanê û Amûdê hat vedan. Em jî çûn bin konê sersaxiyê li bajarê Amûdê. Li Amûdê gel û hemû diçine ser Konê Şînê yê Mam Celal. Her kes xwediyê kon e û her kes sersaxiyê ji hev re dixwazin. Ji her derê herêma Cizîrê berê xwe didin vî konî.
Sebah Bekir jineke 55 salî ye, du seat bi servîsê ji Serêkaniyê hat da ku xemgîniya xwe parvebike. Sebah ji me re got, ‘‘çûna Mam zû bû, hê Kurdistan çar parçe Ye, xeyalên Mam hemû pêk nehatin, ji bo yekbûna Kurdan û tifaqek netewî. ‘’
Sebah hinek rawestiya û axaftina xwe wiha berdewam kir: ‘’A girîng ew e ku em Mamê xwe ji bîr nekin û tiştê wî nekirî bikin"
Xelk kom bi kom dihatin bin kon. Rûsipî, mezinên êlan û saziyên curbecur hinek dihatin û hinek diçûn, wêneyê ku Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan û Mam Celal bi hev re ne, li kon daliqandîbûn. Kesên ku dihatin ji hemû beşên civakê bûn, wek konfiraseke netewî lêhatibû. Endamên Partî û yên sazîyên cur bi cur tê de hebûn. Ev pirs her bi me re çêdibû, ‘Gelo rihê koçkirina Mam Celal dikare Kongreyeke Netewî li dar bixe û tayîbet di van deman de ku dijminê Kurdan pir bi ser hev de diçin û tên û rafrendûma başûrî Kurdistanê hê di rojevê de ye, ku herî dawê jî şêwra Kongra Netewî li Cizîrê pêk hat û hina jî di rojevê de ye?
Ez bawer im piştî ev qas salên bi tecrûbe û bi taybet piştî van salên dawî û şoreşa Rojava êdî paş de gavavêtin nema, gav wê her bi pêş de bin.