Bagera Cizîrê: Gundek û 17 gundik hatin rizgarkirin
Şervanên QSD'ê, di çarçoveya pêngava Bager Cizîrê de gundek û 17 gundikên li bejahiya Dêra Zorê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin.
Şervanên QSD'ê, di çarçoveya pêngava Bager Cizîrê de gundek û 17 gundikên li bejahiya Dêra Zorê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin.
Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li baskê Mergedê bi 2 kîlometreyên din bi pêş ve çûn û 17 gundik ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.
Li baskê Cezrat jî şervanan gundek rizgar kirin, lê navê gund nehate zanîn.
Şervanên QSD'ê her wiha dor li gundê El-Sawa ku bi 24 kîlometreyan li bakurê rojava yê Dêra Zorê ye girtin.
Li başûrê bajarokê Siwerê jî şervanên QSD'ê her bi pêş ve diçin.