65 sivîl li Reqayê hatin rizgarkirin
Li Reqayê di şer de 7 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û 65 sivîl hatin rizgarkirin.
Li Reqayê di şer de 7 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û 65 sivîl hatin rizgarkirin.
Di çarçoveya Pêngava Rizgarkirina Reqayê de, li navenda bajêr di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî giran diqewime.
Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, li taxên Nehda, Hurriye û Berîdê, derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê hatin xistin. Şervanên QSD'ê li taxên Hurriye û Berîdê bi pêş ve diçin. Di şer de 7 çete hatin kuştin.
Li taxa Nehdayê, piraniya wan jin û zarok 40 sivîl û li rojhilatê Reqayê jî 25 sivîl hatin rizgarkirin.
Şervan her bi pêş ve diçin.