Li Şehbayê yekem tugaya leşkerî hate îlankirin

Yekemîn tugaya leşkerî ya şervanên Eniya El-Ekrad ku bi beşdariya 236 ciwanan li Kantona Şehbayê bi merasîmekê destpê kir.

Merasîm li Akademiya Şehîd Ela Cebo ya li herêmên Şehbayê bi merasîmeke leşkerî ya ji aliyê şervanên ku tevlî Tûgaya Şehîd Rustem Ekrad bûne ve hate destpêkirin. Piştre ji fermandarên Eniya El-Ekrad Ciwan Ebû Hemze axivî û qala girîngiya şopandina xetên têkoşerên mîna Rustem, Şervan, Bakur, Ebû El-Nor û Jiyan Ehres û xwedî derketina wan kir.

Ebû Hemze bang li ciwanên Kantona Şehbayê kir ku tevlî tûgayên leşkerî bibin û kantona Şehbayê, biparêzin.

236 ciwanên ku tevlî Tûgaya Leşkerî ya Şehîd Rustem bûne, wê 45 rojan li Akademiya Şehîd Cela Cibo perwerdeya leşkerî û birdozî bibînin.

Şehîd Rustem Ekrad yek ji damezrênerê Eniya El-Ekrad bû û di şerê bi çeteyên DAIŞ`ê li herêma Eyn Deqne ya kantona Şehbayê, di Adara 2016`an de şehîd bibû.