Bager Cizîrê: 16 gundik hatin rizgarkirin
Di Pêngava Bagera Cizîrê de, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi 10 kîlometreyên din bi pêş ve çûn û 10 gundik rizgar kirin. Di şer de 17 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
Di Pêngava Bagera Cizîrê de, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi 10 kîlometreyên din bi pêş ve çûn û 10 gundik rizgar kirin. Di şer de 17 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
Pêngava Bagera Cizîrê, di roja 27'an de ye. Li gorî agahiyên ji herêma operasyonê hatin girtin, şervanên QSD'ê yên ji baskê bajarokê Siwerê bi pêş ve diçin, li gundê Wesîhanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer kirin. Vî şerî heta ber destê sibehê dewam kir. Di şer de 5 çeteyên DAIŞ'ê hatin ukştin. Şervanên QSD'ê ji başûrê bajarokê Siwerê ber bi sînorê Iraqê ve diçin.
Li baskê Mergedeyê jî, ji duh bi şev heta danê sibehê şer qewimî. Di şer de 8 çete hatin kuştin û wesayiteke leşkerî û yeka bombebarkirî ya çeteyan ketin destê şervanan. Şervanên QSD'ê yên bi 10 kîlometreyan bi pêş ve çûn, 16 gundik rizgar kirin.
Li baskê Cezratê jî, li nêzî gundê Til Kesrayê di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar qewimî. Di şer de 4 çete hatin kuştin ku yek jê serçete ye. Cenazeyên 4 çeteyan tevî cebilxaneyên wan ketin destê şervanan. Li baskê Cezratê, çeteyên DAIŞ'ê ji bo karibin bi hêsanî tevbigerin, kincê sivîlan li xwe dikin û bi vî rengî digerin. Hewl didin bi vî awayî pêşî li şervanan bigirin.
Tevî hemû êrîşên çeteyên DAIŞ'ê, şervaên QSD'ê li rojhilatê Çemê Firatê her bi pêş ve diçin.